Kim Woo Chung

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kim Woo Chung (z. 19ê kanûna paşîn 1936 - 2019.12.9) damezrîner û serokê Desteka Daewooyê ya pîşesazî ya Komara Korêyê bû. Ew yek ji hîmdarên Koreya nû bû ko şîyan Koreyê ji xizanî û nedarîyê ber bi pîşesazbûn û pêşkevtineka mezin ya Aborî û civakî bibin.

Jiyanname[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew li bajarê Daeguyê hat dinyayê. Salên jîyana wî ya zarotîyê salên bindestîya Koreyê di destê Japonê da bûn. Babê wî fermandarê herêmê bû. Lê paşî rewşa wan xerab bû û wî ji bo debara jiyana malbata xwe dest bi karkirinê kir. Wî li destpêkê dergehdergeh rojname difirotin. Wî xwanidna xwe li dibistana bilind ya navdar, Kyunggi-yê bi dûmahî îna, paşî bawernameya aborînasîyê ji Zanîngeha Yonsei ya paytexta Koreya Başûrî Sêûlê wergirt. Babê wî seydayê serokkomarê berê yê wî welatî Park Chung Hee bû. Ji bo wê qencîya babî, serokkomarî ji alîyê aborî û bazirganî ve arîkarîya Kim Woo Chungê pis kir.

PIştî qedandina zanîngehê, ew li şerîkeyeka biçûk ya bazirganîyê xebitî ko paştir bû taybetmenda warê qumaş û pertalan.Paşî kompanyaya xwe damezirand û dest bi karê pîşesazîyê kir. Li destpêkê navûbangê wî ji ber wê ko wî kompanyayên ber bi şkestinê dikirrîn û ew dikirin kompanyayên serkevtî. Piştî 30 salên xebatê, kompanyaya Daewoo ji alîyê sermayeyê ve bû jimare 2, ji alîyê dahatê ve bû jimare 3. Ev ji bo kompanyayeka wekî ya wî gelek giring bû ko dihat rêja kompanyayên wekî Hyundai, LG û Samsungê.

Lê di Tengasîya Darayî ya Asyayê da, ew jî neçar ma ko zêdetir ji 50 kompanî û liqên xwe bifiroşe û tenê liqên xwe yên serekî bihêle. Bi sedema deyindarîyên wî di wê tengasîyê da, navê wî kevt nav lîsteya navên xwestî yên Interpol anko Polîsê Navneteweyî. Ew li sala 2005ê hat zindanîkirin û daxwaza lêborînê kir jiber ko bi herrifiyana kompanyaya xwe neteweya Koreyê birîndar kiribû. Ew bi 10 salên zindanê û 22 bilyon dolarên Emrîkayî hat cezakirin, lê paşî li sala 2007ê ji bo sersalê ew ji alîyê serokkomarê welatî, Roh Moo-hyun ve hat efûkirin.

Di dema serkevtina xwe da, ew kesatîyeka naskirî li cîhanê bû. Pirtûkeke wî, bi navê Zêrr ji Axê Mişetir e (Every Street is Paved with Gold), ko zêdetir şîretên wî li ciwanên Koreya Başûrî bûn, li welatê wî û li cihanê bû yek ji pirtûkên pirrfirotî. Ew pirtûk bi kurdî hatîye çapkirin, û Weşanxaneya Spîrêzê li sala 2007ê bi paçiveya Lezgînê Çalî li bajarê Dihokê çap û belav kir.