Padîşahiya asîmanan (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kingdom of Heaven (fîlm) hat beralîkirin)
Padîşahiya asîmanan
Logoya orijînal a fîlmê
Kingdom of Heaven Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DerhênerRidley Scott Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • Ridley Scott Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Senaryo
  • William Monahan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Aktor
  • Eva Green (Sibylla of Jerusalem, Sibylla)
  • Jeremy Irons (Tiberias, Raymond III of Tripoli)
  • David Thewlis (The Hospitaller)
  • Brendan Gleeson (Reynald, Raynald of Châtillon)
  • Marton Csokas (Guy de Lusignan, Guy of Lusignan) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Muzîk
  • Harry Gregson-Williams Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derhênêrê
dîmenê
  • John Mathieson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêkirin
  • Dody Dorn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çapkirin
Dom/Mawe144 deqîqe (theatrical version), 190 deqîqe (director's cut) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatKeyaniya Yekbûyî, Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê inglîzî li ser wîkîdaneyê biguhêre
Derameta
nesafî
  • 164.000.000 Dolara DYAyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Padîşahiya asîmanan[1] ( sernavê resen; Kingdom of Heaven) fîlmeke amerîkî ya beşa fîlmên monumental e û di sala 2005'an de bi derhêneriya Ridley Scott kete weşanê.

Çîrok û senaryo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Senaryoyê fîlmê di sala 1186'an de, di dema seferên xaçê de diqewime. Balian (Orlando Bloom), hesînkarekî feqîr e ku şîna jina xwe ya avis a întîharkirî derbas dike.

Rojekê xaçperest Godfreyê Îbelînî dibe mêvanê wî û jê re dibêje ku ew bavê wî ye. Heta neha Balian nezanîbû bavê xwe kî ye, lewra bi hatina wî matmayî dimîne. Godfrey dixwaze wî bi xwe re bibe sefera xaçê ji bo Orşelîmê, lê Balian vê yekê qebûl nake. Piştî demeke kin ew keşîşê herêmê dikuje ji ber ku pê dihese ku wî serê hevjîna wî ya mirî jêkiriye. Lewra mecbûr dimîne ji gundê xwe dûr keve, pêşniyara Godfrey dipejire û bi hespê xwe li şopa wî dikeve.

Gava digihêje Orşelîmê, Balian ji jiyana hevpar û aştiyane ya her sê olên cihû, xiristiyan û misilmanan gelek dilxweş dibe. Piştî demeke kin Godfrey ji ber birîneke xwe ya ku di şerekî de lê hatiye nexweş dikeve û dimire, lê berî ku jiyana xwe ji dest dide hemû tiştê xwe (mal, rez û hwd.) mîrasî Balian dike.

Xwedî lê derketina rezê bavê xwe li Balian giran tê, ji ber ku rez wêran bûye û paqijkirin û çandinî gelek bi zehmet e. Tenê dikare sîstemeke biçûk a avdayînê lê bike. Lê hevkarên wî yên wek Tiberias (Jeremy Irons) bi entrîkayên cuda serê wî diêşînin û hewl didin jiyana aştiyane ya digel misilmanan bi xapandin û suîkastên li wan xira bikin.

Ne bes e, keyê Orşelîmê (hevalekî rind ê bavê Balian e) ku nexweşiyeke giran û bê derman derbas dike alîkariya wî dixwaze sewa hûnik kirina dilê misilmanan, da kû misilman ji ber pêkhatinên nebaş ên li dijî rûniştvanên misilman êrîşî Orşelîmê nekin. Bi vî havî xwîşka ciwan a keyê Sibylla (Eva Green) hevkariya xwe jê re eşkere dike. Lê piştî wefatkirina keyê ji ber feqe û fend û fêlên giran ên hinek xaçperestan êdî şerê di nava xiristiyan û misilmanan nêz e û leşkerên misilman amadekariyên xwe dikin ji bo şerê Orşelîmê.

Balian hewl dide li gorî prensîp û ehlaqê xwe hereket bike, mecbûr dimîne bi leşkerên bajêr Orşelîmê biparêze, lê armanca xwe ya herî mezin parastina jiyana hemwelatiyên xwe ye, her çiqas leşkeriya misilmanan ji ya wan xurttir û meztir be jî.[çavkanî hewce ye]

Şerekî ewqas dijwar diqewime ku pêşeroja Orşelîmê girêdayî vî şerî ye.

Cihê kurdan di fîlm de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêjayî gotinê ye ku siltan Selahedînê Eyûbî yê ku navê wî di çîroka fîlm de derbas dibe bi eslê xwe kurd bû û navê xwe îro jî bi dilnermiya xwe ya bêhempa rastî sempatiya civakên xiristiyan û cihû tê.

Derhênerên fîlm cih dane çend stranên ku ji aliyê koma muzîkê Kardeş Türküler ve hatine xwendin. Wek mînak:

  • Di dîmena ku Balian û Sibylle bi hev re dirazin de straneke erebî ya komê lêdikeve.
  • Gava leşkerên siltan Selahedîn êrîşî Orşelîmê dikin, straneke din a komê wek muzîka bingeh tê lîstin û digel vê yekê atmosfereke bêhempa derdikeve holê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ kurd1 (27 kanûna pêşîn 2011), Padişahîya Asîmanan - şeva înîyê saet 8ê li ser Kurd1ê, roja gihiştinê 24 îlon 2018{{citation}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]