Here naverokê

Depresyona klînîkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Klînîk depresyon hat beralîkirin)

Depresyona klînîkê, asta depresyonê ya herî bilind e û wekî ji navê wê tê fêhmkirin, klînîk e ango bûye karê klînîkê. Klînîk depresyon yek ji nexweşiyên psîkolojîk e.

Xemgînî, melankolî , kelîn û keserkişandinên kûr êdî ji kontrolê derketiye û jiyana mirov xistiye astengiyan. Êdî sîmptomên organîk jî destpêkirine, wekî serêş, jarbûn an qelewbûn (stûrbûn, xurtbûn), bêxewî, bêmadeyî hwd.

Derbaskirin û agahî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di asta klînîkê de nexweş bêî alîkarî nikane jiyana xwe birêkûpêk bimeşîne. Baweriya wê ji xwe nemaye, bextewar nîne, hêz û daxwaza wê ya jiyanê kêm bûye. Hestê wê negatîv in û têkiliya xwe bi devedorê re birriye an bi negatîv dimeşîne. Dilê hezkiriyên xwe ji xwe dihêle. Xwe bersûc dibîne, ketiye xelekên ramanên bêwate, xwe wekî sêwî an "zarokên damariyê" dibîne. Di konsantrasyon û biryardayîna wê de pirsgirêkên mezin hene, ji xew şiyarbûn dijwar bûye, înteresa cinsî kêm bûye. Nexweş pirr hêdî tevdigere. Laşê wê jar ketiye û her gav westiyabûn pê re heye. Dinya li berçavê wê reşbûye û kê behsa tişteke xweşik bike, ew bi gotin û şîrovekirinên negatîv reaksiyona xwe nîşandide.

Di klînîk depresyonê de pirr caran rîska xwekuştinê heye. Tenê li Almanya salê 12.000 mirov dixwaze xwe bikuje û diceribîne. Tê zanîn li Kurdistanê bi hezaran mirov xwe dikujin û pirraniya wan jî jin in. Gorî statîstîkan jin nêzîkî du carî zêdetir bi nexweşiya klînîk depresyonê dikevin. Wekî tê zanîn jiyana jinan di nava civakê de ji ya mêran dijwartir in. Hin şaxên klînîk depresyonê bingeha xwe ji sedemên genetîk digirin lê pirraniya wan ji sedemên rewşî tên. Li cihên wekî Kurdistanê ku şer, xizanî, pêkutî, êşkence hwd lê hene, rîska bi nexweşiya klînîk depresyonê ketin jî zêde ne. Psîkotrawma, şikestina kesayetî û kariyerê, têkçûne îdeolojî û baweriyan, rewşên awarte hwd nexweşiyê diniqurçînin, ditetikînin.

Depresyona klînîkê dikane were tedawîkirin. Psîkolog hin testên ku hêz û asta depresyonê dipîvin dikin û gorî teşhîsên xwe riyên tedawîkirinê avadikin. Heger di heman demê de nexweşiyeke din jî pê re hebe rîsk dubare dibe. Hin derman gelek bikêr tên. Psîkoterapî, psîkodrama, terapiya elektrokompûlsîv hwd gelek cureyên teknîkan û rewşeke baş dikane nexweşiyê derbibe.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]