Kolostîko mastîko

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kolostîko mastîko, kolostîko bi mast navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Pirranî li parêzgeha Semsûrê tê xwarin û ji wir belav bûye. Ev nav derbasê romî (tirkî) jî bûye, kirine Kolotiko Yogurtlu Turk Koftesi lê di zimanê romî de ti wateya xwe nîne û ev jî ne xwarineke romiyan e.

Wateya navê kufteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kolostîk ango kolosê tîk, kolosê xilçkî, ji şibandinê ye. Bo mînak kufteya kolostîk navê xwe ji bacanreşkên ku wekî kolosê mêran ê tîk sekiniye, digire. Kurd gelek xwarinan bi şibandin, rengdêr û henekên civakê binavdikin. Mastîko jî li dengê kolostîko hatiye anîn, tê wateya "bi mast".

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) ard (arvan)
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) savara (girar) hûrik a bo kufteyê
  • 1 SA dan
  • 1/2 kg mastê tîr
  • 2 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ pûjan
  • 2 KX rûn

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Savara hûrik û dan bi qasî 1/2 SA avê şil bikin, xwê pê werbikin. Devê wê bigirin, heya hinekê nepixî (gij bû), bihêlin. Ard tevlî bikin, bistrên.

Kufteyên hûrik çêbikin, di nava ava dikele de bixaşînin. Mastê di nava ava kufteyan de ron bikin. Sîrê bi xwê bikutin, tevlî mast bikin. Kufteyan li binikên servîsê parve bikin, sîrmastoka xwe berdin ser binikan.

Di nava rûn de pûjanê biqijilînin û berdin ser xwarinê. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).