Komkujiya Gurgumê 1978
Komkujiya Gurgumê, terteleya Mareşê, qirkirina Mareşê ji komkujiya di 19ê kanûna pêşîn a 1978an heya 26ê kanûna pêşîn a 1978an li perêzgeha Bakurê Kurdistanê, Gurgumê li dijî kurdên elewî[1] qewimî. Qetlîam ji aliyê hêzên rastradîkal, Gurên Boz, tirk-îslamîst û hin komên polîs û leşkeran ve tê kirin.
Ziyan zêde bûye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di terteleyê de 289 dikanên elewiyan hatin rûxandin û talankirin, agir berdidin 552 malên wan. Gorî daxuyaniyên fermî di nava heft rojan de tenê 150 kes hatine kuştin lê tê texmînkirin ku zêdetirî 2500 kes jiyana xwe ji dest dane yan winda bûne.[çavkanî hewce ye] Elewî ji bajêr direvin, malên xwe bar dikin û tirk dest didin ser xaniyên wan. Pirraniya elewiyan êdî venagerin.
Darizandinên dewletê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wekî gelek caran di vê bûyerê de herwiha dewleta tirk nahêle dadmendî pêk were. Darizan 23 salan didomin, hin kes tên cezakirin (paşê jî efûkirin), lê 68 berpirsiyar û kujer rêça xwe winda dikin, hêj jî nehatine girtin û darizandin.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ferhengok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mixabin zimanzanên me têgînên krîmînolojiyê standard nekirine. Gelek tevlîhevî derdikevin. Pêşniyar ev e;
- Tevkujî: Ji kujtina hejmarekê mirovan re tê gotin. Bo mînak kujtina 33 kurdan ji aliyê general Mustafa Muglali ve.
- Komkujî: Heger di kujtinê de komekê homojen hedef bê girtin, li cih an herêma ku kujerî lê hatiye plankirin pirraniya endamên vê komê bên kujtin. Ji aliyekê ve ev jî tevkujî ye, lê xwerû elewî hedef hatine girtin (ango koma homojen). Herwiha Helebce (bajarek bûye hedef).
- Nîjadkujî: Bo mînak genosîda Hayan (Ermeniyan) û li Ewropayê qelandina ûrtê cihûyan nîjadkujî ne.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetayV3&ArticleID=1086405&CategoryID=77 (li gora polisa dewleta tirk "MIT", tirkên sunî hatin bikujin kurdên elewî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |