Komstêrk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komstêrk komeka stêran e ko wîneyekê xeyalî li spehrê asmanî çêdikin, ko gelek caran ew wîne wîneyê lawir anko heywanekî, kes an bûnewerekê çîvanokî (mîtolojîk), an êzidokekî an hema tiştekê bêcan e.

Koka komstêrkên destpêkê dibe ko ji demên berî dîrokê be. Xelkî ew ji bo vegêrrana bawerî, serhatî, afirandin an çîvanokên xwe bi kar diînan. Ferheng û welatên corbicor komstêrên cida li goreyê xwe dorxêz kirine ko hindek ji wan heta sedsala 21ê jî mane. Her 48 komstêrên kevneşopî yên rojavayî bi koka xwe ji Yewnanê ne. Navên wan di pirtûka Pedîtaran ya helbestvanê yewnanî Aratusî da û di pirtûka Mecestî ya Betlemyûsî da hatine, her çend e ko dibe gelek berî wan pirtûkan jî hebûbin. Komstêrkên asmanê nîvgoka başûrî yê Erdî ji sedsala 15ê heta sedsala 18ê hatin zêdekirin, dema ewropayiyan dest bi gerra nivgoka başûrî kir. 12 ji wan 48 komstêrkan yên çerxa bircan in (ko gerriyana berçav ya Rojê, heyvê û exteran li ser kerxa wê ye).