Kongreya Erzîromê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kongreya Erzîromê kongreyeke neteweperwerên tirk (osmanî) bû ku di navbera 23ê tîrmehê û 7ê tebaxa 1919an de li bajarê Erzîromê ji aliyê Komeleya Parêziya Mafên Rojhilatê Anatolyayê (Şarkî Anadolu Müdafaa-i Hukuk Cemayeti) ve hatiye pêkanîn[1] û armanca wê parastina dewleta Osmanî li dijî hêzên dewletên hevgirtî bû.

Piştî ku dewleta Osmaniyan di cenga cîhanî ya yekem de bindest derket, dewletên hevgirtî di serê sala 1919an de kongreya sulh û aştiyê li bajarê Parîsê amede kirin û biryara serxwebûna gelên ku di bin Osmaniyan de ne girtin.

Li hember vê biryarê tirk liviyan, dest bi xapandinan kirin. Mistefa Kemal çû bajarê Erzîromê, şêx, axa û serokên kurdan civandin û li wir kongreyek li dar xist, vê mesajê da wan:

[çavkanî pêwîst e]

Bi vê axaftina xwe ya minafiqî ew hemû qani kirin, ew xapandin, xistin aliyê xwe, bi vî awayî azadiya Kurdistanê pelişandin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. David McDowall (1996). A Modern History of the Kurds. I.B. Tauris, London-New York
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)