Împeratoriya Osmanî
|
||||||
Sirûd: Imperial anthems of the Ottoman Empire ![]() |
||||||
Împeratoriya Osmanî li ser nexşeyê![]() | ||||||
Paytext |
41°Bk, 29°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | Keyîtiya serberdayî (27 tîrmeh 1302 (Julian)) | |||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 29 tîrmeh 1299 (Julian), 1300 (Julian) | ||||
• | Dema hilweşînê | 17 çiriya paşîn 1922 | ||||
• | Rûerd | 5.200.000 kîlometre çargoşe (1683) ![]() |
Împeratoriya Osmanî an jî bi fermî: Dûgela Berz a Osmanî, dewleteke dîrokî ye, û şe eşirêten Tirk derketîye.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Osmanî bavikekî tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cih bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzansê xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xwe ya bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kir. Di nîşana 1453an de Konstantînopolîs (Stembol) bi dest xist û kir paytexta xwe.
Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Bi derbeya Jon Tirkan (1908) desthilata Osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqîyê. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê[çavkanî hewce ye] li dijî ermenî û mesîhiyên din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna Fransa û Brîtanyayê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun; sedema mezintirîn ya parçebûna Osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin.[1] Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan komara Tirkiyeyê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.
Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Kerkük, Tarih, politika ve etnik yapı-Kemal Mazhar Ahmed, Weşanên Avestayê, r:193