Kordoba
Kordoba
| |
|---|---|
| Bernav: La Ciudad Califal | |
| 37°53′Bk 4°47′Ra / 37.89°Bk 4.78°Ra | |
| Parzemîn | Ewropa |
| Dewlet | Spanya |
| Paytexta | |
| Li beşa îdarî | |
| Paytext | |
| Birêvebirin | |
| • Serokê rêveberiyê | José María Bellido (2019–) |
| Rûerd | |
| Bilindahî | |
| Nifûs | 323.262 (2025) |
| Saet | |
| Koda postayê | 14000–14999 |
| Plakaya erebeyê | CO |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Kordoba (bi spanî: Córdoba bilêvkirina spanî: [ˈkoɾðoβa], bi erebî: قرطبة, lat. Qurtube) paytexta wîlayeta Kordoba li herêma Endulusê ya Spanyayê dimê ye. Ew li ser çemê Guadalquivirê dimê ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kordoba herêmeke ji berê de şaristanî û civak li ser çêbûye. Ew di 169 b.z de ji hêla Împeratoriya Romayê hate dagirkirin û bi navê Corduba bû navenda herêmê xwe. Ji pê ji hêla vandalan hate talankirin re, ew demeke di bin hikumdariya gotên roava de ma. Navbera salên 554 û 571an de jî di bin Bîzansê de ma. Di sala 572an de gotên roava ew şûnda dest xwe xistin jî qîmeta xwe ya berê êdî qeyb kiribû. Di sala 711an de ew kete bin destên misilmanên ereb û berberan û ew bi sala 716a bû paytexta dewleta dîrokî ya Endulusê.
Di sedsala 10an de li derdorên bajêr xelîfetiya Kordobayê bi emewiyan ve girêdabû hat avakirin. Di wan wextan de li bajêr nêzî mîlonek kes dijiyabûye. Di wan wextan de ew Qurtube (قرطبة, Qurtuba) dihat navkirin. Dîsa di wê wextê de misilman, cihû û xiristiyan bi biratî cem hev dijiyan. Ew heta 1236an di bin desthilatê hin qewmên ereb û berberan de ma û ji wê salê ve êdî temamî kete bin hikumdariyê xiristiyanan.
Kelepûra Cîhanê ya UNESCO
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Kordoba mînakên berbiçav ên mîmariya frengan hene, wek Mizgeft-Katedrala Kordobayê (Dêra Nuestra Señora de la Asunción, a ku di nav kordobayiyan de bi navê La Mezquita ("Mizgeft") tê nasîn) di sala 1984an de wek Kelepûra Cîhanê ya UNESCO hate binavkirin û niha mizgeft û dêr e. Ji wê demê ve ev dever hatiye berfirehkirin da ku tevahiya navenda dîrokî ya Kordoba di nav xwe de bigire. Medinetu'l-Zehra (îro, bi spanî: Medina Azahara) ya li nêzîkî bajêr jî wargeheke Mîrateya Cîhanî ye, herwiha mîhrîcana bi navê Festival de los Patios jî Kelepûra Cîhanê ya UNESCO ye.
Seqa û hewaya herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kordoba xwediyê germahiya havînê yên herî bilind li Spanya û Ewropayê ye, ku di mehên tîrmeh û tebaxê de germahiya wê ya navînî ya herî bilind derdora 37 °C in. Havîn pir zuha ne, lê zivistanên nerm baraneke pir caran dibin.