Kurdî bi hêsanî
Xuyakirin
(Ji Kurdî bi Hêsanî hat beralîkirin)
Kurdî bi Hêsanî | |
Welat | Almanya |
---|---|
Ziman | Kurdî |
Kurdî bi Hêsanî, projeyeke akademîk e ya fêrkirina zimanê kurdî, bi taybetî zaravayê kurmancî.
Hemû mijarên rêzimên bi awayekî hêsan tên şirovekirin.
"Kurdî bi Hêsanî" di 3ê kanûna paşîn a sala 2017an de hate ragihandin. Armanca wê ya sereke ew e, ku zimanê kurdî nemaze zaravayê kurmancî êdî bi awayekî dirust û akademîk were xwendin. Proje bi awayê Powerpointê tê pêşkêşkirin. Tiştê balkêş tê de ew e, ku mijarên li wir tên şirovekirin bi awayekî zelal û rêkûpêk in.
Heta niha bi hezaran kes bi alîkariya wê fêrî kurdî bûne.[1] Kenala Yekbûn jî êdî Kurdî bi Hêsanî ji xwe re kiriye bernameyeke taybet, ku heftane roja çarşemê li ser malpera xwe xelekekê jê diweşînin.[2]
Xalên sereke yên "Kurdî bi Hêsanî"
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sererastkirina şaşiyên berbelav.
- Dabeşkirina ramanên nû ji bo avakirin û tebatkirina rêzimana kurdî.
- Hewldana dijîtalkirina berhemên zimên, nemaze yên rêzimanî.
Hin zanyariyên din di derbarê "Kurdî bi Hêsanî" de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Danasîn: Projeya fêrkirina zaravayê kurmancî
- Ziman: kurdî
- Navnîşan: Hamburg, Almanya
- Awayê pêşkêşkirinê: Dijîtal
- Şêwe: Deng û wêne
- Roja destpêkê: 3 kanûna paşîn 2017
Xebatên "Kurdî bi hêsanî" | ||
---|---|---|
Mijar | Şirove | |
Alfabe | Tîpên dengdar û yên dengdêr | |
Kîte | Cureyên kîtekirinê | |
Bêje | Cureyên bêjeyan | |
Cînav | Cureyên cînavan | |
Daçek | Cureyên daçekan | |
Ergatîv | Taybetmendiyên ergatîva kurmancî | |
Dem | Dem di kurmancî de |
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Fêrbûna Zimanê Kurdî - تعلم اللغة الكردية". sites.google.com. Ji orîjînalê di 29 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2019.
- ^ "Yekbûn TV". www.yekbun.tv. Ji orîjînalê di 1 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 adar 2021.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |