Kurdî bi hêsanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdî bi Hêsanî
Welat Almanya
Ziman Kurdî

Kurdî bi Hêsanî, projeyeke akademîk e ya fêrkirina zimanê kurdî, bi taybetî zaravayê kurmancî.

Hemû mijarên rêzimên bi awayekî hêsan tên şirovekirin.

"Kurdî bi Hêsanî" di 3ê kanûna paşîn a sala 2017an de hate ragihandin. Armanca wê ya sereke ew e, ku zimanê kurdî nemaze zaravayê kurmancî êdî bi awayekî dirust û akademîk were xwendin. Proje bi awayê Powerpointê tê pêşkêşkirin. Tiştê balkêş tê de ew e, ku mijarên li wir tên şirovekirin bi awayekî zelal û rêkûpêk in.

Heta niha bi hezaran kes bi alîkariya wê fêrî kurdî bûne.[1] Kenala Yekbûn jî êdî Kurdî bi Hêsanî ji xwe re kiriye bernameyeke taybet, ku heftane roja çarşemê li ser malpera xwe xelekekê jê diweşînin.[2]

Xalên sereke yên "Kurdî bi Hêsanî"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Sererastkirina şaşiyên berbelav.
  2. Dabeşkirina ramanên nû ji bo avakirin û tebatkirina rêzimana kurdî.
  3. Hewldana dijîtalkirina berhemên zimên, nemaze yên rêzimanî.

Hin zanyariyên din di derbarê "Kurdî bi Hêsanî" de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xebatên "Kurdî bi hêsanî"
Mijar Şirove
Alfabe Tîpên dengdar û yên dengdêr
Kîte Cureyên kîtekirinê
Bêje Cureyên bêjeyan
Cînav Cureyên cînavan
Daçek Cureyên daçekan
Ergatîv Taybetmendiyên ergatîva kurmancî
Dem Dem di kurmancî de

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Fêrbûna Zimanê Kurdî - تعلم اللغة الكردية". sites.google.com. Ji orîjînalê di 29 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2019.
  2. ^ "Yekbûn TV". www.yekbun.tv. Ji orîjînalê di 1 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 adar 2021.