Léon Jouhaux
Léon Jouhaux (jdb. 1ê tîrmeha 1879an li Parîs; m. 29ê nîsana 1954an li heman derê) sendîkavanekî fransî bû. Sala 1951î Xelata Nobel a aşitiyê girtiye.
Sala 1943î ji aliyê Nazîyan ve dîl tê girtin û wî dişînin kampa tunekirinê ya Buchenwald. Wî di jiyana xwe de bo aşitî û maf ê karkeran têkoşiyaye. Ji ber ku di zaroktiyê de diviyabû bixebitiya û malbata wî xizan bûye, nekariye xwandineke birêkûpêk bike û dibistanan bidawîbike. Hêj di 16 saliya xwe de dikeve nava baskên sendîkayan. Di demeke kurt de di karê sendîkayî de navê wî tê bihîstin û kariyereka mezin çêdike. Di dema dagirkeriya Almanan a Fransa de dîl tê girtin û di dawiya şerê cîhanî yê duyem de ji aliyê artêşên DYAyê ve tê felatkirin.