Here naverokê

Lîsteya Schindlerê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lîsteya Schindlerê
Schindler's List Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Lîsteya Schindlerê
Welat
ZimanInglîzî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derhênerê gerînende
  • Kathleen Kennedy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Senaryonivîs
  • Steven Zaillian Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Awazçêker
  • John Williams Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hilberîner
  • Steven Spielberg
  • Branko Lustig
  • Gerald R. Molen
  • Kathleen Kennedy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şîrketa hilberîner
  • Amblin Entertainment Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Lîstikvan
  • Ralph Fiennes (Amon Göth, Amon Göth)
  • Liam Neeson (Oskar Schindler, Oskar Schindler)
  • Ben Kingsley (Itzhak Stern, Itzhak Stern)
  • Caroline Goodall (Emilie Schindler, Emilie Schindler)
  • Embeth Davidtz (Helen Hirsch, Helen Hirsch)
  • Jonathan Sagall (Poldek Pfefferberg, Poldek Pfefferberg)
  • Beatrice Macola (Ingrid)
  • Andrzej Seweryn (Julian Scherner, Julian Scherner)
  • Alexander Held
  • Elina Löwensohn (Diana Reiter, Diana Reiter)
  • Anna Mucha (Danka Dresner)
  • Friedrich von Thun (Rolf Czurda)
  • Götz Otto
  • Mark Ivanir (Marcel Goldberg)
  • Paweł Deląg (Dolek Horowitz)
  • Henryk Bista (Mr. Löwenstein)
  • Hans-Jörg Assmann (Julius Madritsch, Julius Madritsch)
  • Ludger Pistor (Josef Leipold)
  • Jochen Nickel (Wilhelm Kunde)
  • Olaf Lubaszenko
  • Joachim Paul Assböck
  • Agnieszka Wagner
  • Erwin Leder
  • Bettina Kupfer (Regina Perlman)
  • Maja Ostaszewska
  • Jerzy Nowak (Investor)
  • Maria Peszek
  • Branko Lustig
  • Tadeusz Bradecki
  • August Schmölzer (Dieter Reeder)
  • Alexander Strobele
  • Maciej Kozłowski
  • Tadeusz Huk
  • Piotr Polk (Leo Rosner, Leo Rosner)
  • Jan Jurewicz
  • Edward Linde-Lubaszenko
  • Hans-Michael Rehberg (Rudolf Höß, Rudolf Höss)
  • Ezra Dagan (Rabbi Menasha Levartov)
  • Geno Lechner
  • Rami Heuberger (Joseph Bau, Joseph Bau)
  • Martin Semmelrogge
  • Wilhelm Manske
  • Thomas Morris
  • Razia Israeli
  • Norbert Weisser (Albert Hujar)
  • Grzegorz Damięcki
  • Małgorzata Gebel (Wiktoria Klonowska)
  • Miri Fabian (Chaja Dresner)
  • Grzegorz Kwas (Mietek Pemper, Mietek Pemper)
  • Wojciech Klata (Lisiek)
  • Daniel Del Ponte (Josef Mengele, Josef MengeleLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mawe195 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê15 kanûna pêşîn 1993, 4 adar 1994, 3 adar 1994, 1993 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweFîlmê şerî, biographical film, fîlmê bi drama û film based on a novel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mijara serekeŞerê cîhanî yê duyem, Holokost, unfree labour, Oskar Schindler û rescue of Jews during the Holocaust Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Karekterên wê
  • Oskar Schindler
  • Itzhak Stern
  • Amon Göth
  • Emilie Schindler
  • Poldek Pfefferberg
  • Julian Scherner
  • Leo Rosner
  • Mietek Pemper
  • Joseph Bau
  • Diana Reiter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewra çîrokê
Cihê çîrokê
Gerdûna honakî
  • Schindler universe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Academy Award for Best Picture
  • Amanda Award for Best Foreign Feature Film
  • Academy Award for Best Director
  • Academy Award for Best Cinematography
  • Academy Award for Best Film Editing
  • Academy Award for Best Writing, Adapted Screenplay
  • Academy Award for Best Production Design
  • Academy Award for Best Original Score
  • BAFTA Award for Best Film
  • National Board of Review: Top Ten Films
  • National Board of Review Award for Best Film
  • Dallas-Fort Worth Film Critics Association Award for Best Film Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.universalstudiosentertainment.com/schindlers-list/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lîsteya Schindlerê (bi navê xwe yê fermî: Schindler's List) fîlimek dirêj a amerîkî ye ku di sala 1993an de ji hêla Steven Spielberg ve hatî çêkirin û derhêner kirin. Senaryo ji romana Thomas Keneally ya bi heman navî hatiye girtin û li ser bûyerên rast hatiye çêkirin. Lîsteya Schindler, tevliheviyek ji jînenîgarî û fîlimek dîrokî ye û di dema Holokostê de derbas dibe. Çîrok qala karsazê alman Oskar Schindler, endamê NSDAP, dike û nîşan dide wî ka çawa 1,100 cihû di kargehên xwe de daye xebitandin, da ku wan ji sirgûnkirin û kuştina li kampa komkirinê ya Auschwitz-Birkenau xilas bike.

Fîlm li Kraków dest pê dike, li bajarê ku Schindler kargehekê vedike. Ji ber ku Schindler dixwaze bi kargeha xwe gelek pere qezenc bike, karkerên cihû dide xebitandin, ji ber ku ew gelekî erzan in. Di despêkê de qedera cihûyan xem nake û ji jiyanê û feydeyên nasyonalsosyalîzmê kêfxweş dibe.

Nazî dest bi çewsandina cihûyan dikin û wan sirgûnê gettoyan dikin. Schindler û hesabkarê cihû Itzhak Stern hevdû nas dikin û Stern alîkariya wî dike, da ku kargehê birêve bibe. Schindler gava ku muameleya hovane ya li dijî gelê cihû dibîne, dikeve nav hestên sûcdariyê. Lewma Schindler biryar dide ku hin xebatkarên xwe biparêze. Ji bo ku xebatkarên xwe ji mirinê rizgar bike, wan ji Naziyan dikire û lîsteyek bi navên ku jê re dibêjin "Lîsteya Schindler" diafirîne û saya vê lîsteyê gelek cihûyan ji kampên komkirinê rizgar dike.

Lê rewş her ku diçe xeternaktir dibe. Schindler ji bo parastina karkerên xwe jiyana xwe jî dixe xeterê û bertîl dide efserên Nazî, da ku kargeha xwe bixebitîne. Di heman demê de metirsiya li ser cihûyan her roj zêdetir dibe.

Dilê Schindler bêtir û bêtir bi gelê cihû re dişewite û kargeha wî ji gelekan re dibe wargehek ewle. Ew êdî qîmeta jiyanê û neheqiya çewsandinê dibîne û saya lîsteya ku her ku diçe dirêjtir dibe, bêtir mirov xilas dike.

Di dawiya şer de, Schindler gelek jiyan xilas kir, lê ji ber ku Nazî di şer de winda kirine û ew jî hevkariyê bi wan re dikir, ew neçar dimîne ku bireve. Kiryarên wî piştî şer derdikevin holê û gelek kesên rizgarbûyî ji bo wêrekiya wî spasiya wî dikin. Schindler wek lehengek tê qebûl kirin û çîroka wî berevajiya qencî û xerabiyê nîşan dide. Fîlm bi merasîma cenazeyê ya rastîn a Schindler bi dawî dibe: Cihûyên ku saya wî hatine xilas kirin serdana gora wî kirin û wek nîşana rêzgirtinê keviran datînin.

Lîsteya Schindler behsa dilovaniya mirovan dike. Ew hovîtiyên Holokostê tîne bîra me. Çîrok hêza kesane ya ku cûdahiyek çêbike tîne bîran û wêrekiya Schindler îro jî îlhamê dide nifşên pêşerojê.