Lester Pearson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lester Pearson

Lester Bowles "Mike" Pearson (jdb. 23ê nîsana 1897an li Newtonbrook/Kanada; m. 27ê kanûna pêşîn a 1972an li Hawa/Kanada) polîtîker, dîplomat û serokwezîrê berê yê Kanadayê bû. Sala 1957î Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.

Wekî bavê angaştên ewlekariya navneteweyî jî tê bibîranîn. Pêşî li şerekî di navbera Misir, Brîtanya û Îsraîlê de girtiye, bo nakokiyên rojhilata navîn jî herwiha riyên aştiyane pêşniyazkiriye. Ango dawî li Qeyrana Sûezê aniye. Di nava salên 1946-1948î de li NY berdevkiya Kanadayê dike. Sala 1951î dibe serokê NATOyê. Serokatiya partiya lîberal a vî welatî jî kiriye.