Lev Landau

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lev Davîdovîç Landau
Lev Landau (1962)
Jidayikbûn22ê kanûna paşîn 1908
Mirin1ê nîsanê 1968
Moskow (YKSS)
PîşeFizîknas
XelatXelata Nobelê ya Fizîkê (1962)
biguhêreBelge

Lev Davîdovîç Landau (bi rûsî: Ле́в Дави́дович Ланда́у, lat. Lev Davidovich Landau; z. 22ê kanûna paşîn 1908 li Bakû; m. 1ê nîsanê 1968 li Moskow) fîzîknasekî navdar ê YKSSê bû. Xelata Nobelê ya Fizîkê wergirtiye.

Jiyan û xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Landau lawê endezyarek ku li herêmên petrolê yên Azerbaycanê dixebitî bû. Ji hevwelatiyên bingeh cihû yên Sovyetê ne. Piştî xwendina amadeyî sala 1922 dest bi xwendina bilind dike, li Zanîngeha Bakûyê (ya dewletê). Sala 1924 diçe Zanîngeha Petersburgê (Lenîngrad) bo xwendina beşa fîzîkê, dibe asîstanê Abram Fyodorovîç Ioffe.

Bi George Gamov û Dmîtrî Dmîtrîyevîç Îvanenko re dixebite. Sala 1926 yekemîn berhema xwe dide. Sala 1929 ji dewletê alîkariyê werdigire derdikeve sefera Ewropayê. Diçe cem Max Born (Göttingen), Paul Ehrenfest (Leiden), Werner Heisenberg (Leipzig) û Wolfgang Pauli (Zürich), bi wan re lêkolînan dike. Herwiha ew serîlêdana Niels Bohr (li Kopenhagenê) û Ernest Rutherford (Cambridge) dike. Di vê navberê de têkiliyên xwe bi Rudolf Ernst Peierls re xurt dike.

Piştî vegera xwe ya Lenîngradê (1931) di Enstîtuya Fîzîk-Teknîk a Xarkov de, di beşa fîzîka angaştî de berpirsiyarî digire, li heman cihê sala 1933 dibe doktorê fîzîkê. Sala 1937 li ser daxwaza Pyotr Leonîdovîç Kapîza diçe Moskowê.

Bi îdîaya ku dijberiya sazûmaniya Stalînîst dike, bi tevî hevalê xwe Moisey Korets û Rumer ji aliyê saziya sîxuriyê ve tên girtin. Salek şûnde tê berdan, vedigere ser karê xwe.

Di nava salên 1940 - 1950 de di xebatên çêkirina bombeya hîdrogenê de dixebite. Hin dibêjin ew mecbûr maye viya bike lewra dewletê ji xwe qedexe daye ser, nikaribûye derkeve derve.

Landau ji ber xizmetên xwe du car Xelata Stalîn (1949, 1953) werdigire sala 1954 jî xelata Lehengê xebata sosyalîst digire.

Herwiha gelek xelatên biyanî jî werdigire. Dibe endamê gelek saziyên komên zanistî. Sala 1960 dibe endamê National Academy of Sciences a Amerîkiyayî jî. Endamê Institute of Physics (1959) e jî. Sala 1960 ew Xelata-Fritz-London û Pokala-Max-Planck werdigire.

Di 7ê kanûna paşîn a sala 1962 di qezaya otomobîlê de giran birîndar dibe. 6 sal di terapiyê de dimîne û 1ê nîsana sala 1968 jiyana xwe jidest dide.

Berhem, nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pirtûka perwerdeyê li ser fîzîka angaştî:
    • Bend.1 Mekanîk
    • Bd.2 Angaşta klasîk a meydanê
    • Bd.3 Qûantanmekanîk
    • Bd.4 Qûantenelektrodînamîk (bi tevî Lew P. Pitayevskî, Vladîmîr B. Berestezkî, beriya wê herwiha li ser angaştên qûnatan, du beş)
    • Bd.5 Fîzîka statîstîk, b. 1
    • Bd.6 Hîdrodînamîk
    • Bd.7 Angaşta elastîkiyê
    • Bd.8 Elektrodînamîka Kontînûa
    • Bd.9 Statîstîkfîzîk, b. 2,
    • Bd.10 Kînetîka fîzîkalî, bi L. Pîtayevskî

Pirtûkên din ên Landau:

  • Berhevk, Moskow, Naûka 1969 (rûsî)
  • bi Rumer: Teoriya relatîv çiye?
  • bi Aleksander Kîtaygorodskî: Fîzîk bo herkesê, 4 b., Weşanxaneya Aulis 1981-1983 (Bd.1 Laşê fîzîkî, Bd.2 Molekûlan, Bd.3 Elektronan, Bd.4 Photonan û dendik)
  • bi Aleksander Îlyîç Axîyeser, Mekanîk û Molekûlarfîzîk, Weş Akademiyê 1970

Binêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]