Lluís Llach
President of the Assemblea Nacional Catalana (d) | |
---|---|
dp. | |
Dolors Feliu i Torrent (d) | |
Serok (en) Consell Assessor per a l'impuls d'un Fòrum Cívic i Social pel Debat Constituent (d) | |
- | |
Serok (en) Comissió d'Estudi del Procés Constituent (d) | |
- | |
Muriel Casals (en) - | |
Endama/ê Parlamena Ketelonyayê Girona (en) | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Lluís Llach i Grande |
Hevwelatî | |
Cîwar | |
Sernavê rûmetî |
Illustre (d) |
Pîşe |
Stranbêj û strannivîs (- |
Salên çalak |
Dp. |
Endamê | |
Instruments | |
Şêweyê hunerê |
Strana protest (en) |
Malper | |
Xelat | Lîsteya berfireh Xelata Sêlika Ketelanî ya Salê (d) ( û ) Xaça Sant Jordi (en) () Xelata Cerverí ji bo gotinên stranê (d) () Medalyaya Şerefê ya Parlamena Ketelonyayê () Xelata Narrativa Maria Àngels Anglada (en) () Xelata Méditerranée (en) () Xelata Joan Blanca (d) () Xelata Canigó (d) () Doktora/ê şerefê ya/yê Zanîngeha Gironayê (d) () Medalyaya Zêrîn a Generalitat de Catalunya (en) () |
Dîskografî |
Dîskografiya Lluís Llach (d) |
Lluís Llach i Grande, behtir wek Lluís Llach tê naskirin (bilêvkirina ketelanî: [ʎuˈiz ˈʎak], jdb. 7ê gulana 1948an, Girona, Ketelonya) stranbêj, strannivîs, nivîskar û siyasetmedarekî ketelan e. Ew yek ji pişkdarên sereke yên tevgera muzîkî ya ketelanî Strana Nû (Nova Cançó) bû. Strana wî ya herî navdar a bi navê L'Estaca bûye sirûda nefermî ya tevgera ji bo serxwebûna Ketelonyayê. Llach ji îlona 2015an ta kanûna paşîn a 2018an endamê Parlamena Ketelonyayê bû[1].
Zaroktî û xortaniya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Llach di 7ê gulana 1948an de li bajarê Gironayê hatiye dinyayê. Li gundikê bi navê Verges (Baix Empordà) mezin bûye. Ew di 6 saliya xwe de li piyanoyê dixe. Dema 9 salî bû diçe bajarê Figueres da ku xwendina xwe berdewam bike. Di 15 saliya xwe de diçe Barselonayê û li wir dest bi xwendina endezyariyê dike, lê piştî du salan dev jê berdide. Dû re ew di Fakulteya Aborînasiyê de xwe tomar dike.
Tevgera Nova Cançó û dîktatoriya Franco
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Llach hîn di zanîngehê de tevî tevgera li dijî dîktatoriya Franco bû. Di 1967an de endamê koma stranbêj û strannivîsên ketelan Els Setze Jutges ("Şazdeh Dadger") bû û yek ji beşdarên sereke yên hereketa muzîkvanên ketelan a bi navê Strana Nû (Nova Cançó) bû. Muzîkvanên ketelan li hemberî dîktatoriya faşîst a Francisco Franco bûn û stranên siyasî bi zimanê ketelanî digotin. Di dirêjahiya dîktatoriya faşîst a Franco (1939-1975) de ziman û taybetmendiyên din ên çandî yên nasnameya ketelanî qedexe bûn.
Di 1969an de sêlika xwe ya pêşîn qeyd dike. Di 12ê kanûna pêşîn a 1969an li Palau de la Música li Barselonayê stranên xwe pêşkêş dike û di dawiya sala 1970î de ji ber xwenîşandanên wî li Teatro Español li Madrîdê ti çare tune bû diviya biçûya sîrgûnê. Llach li Parîsê wek penaber jiyaye û heta mirina dîktator Franco ne vegeriya Ketelonyayê.
Di 1973an de cara pêşîn derdikeve sehneya tiyatroya Olympia ya Parîsê. Di 1976an de, piştî mirina Franco bi salekê, Llach vedigere Ketelonyayê.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Llach parêzerê mafên kesên LGBT ye. Di sala 2019an de dema prosesa dadgehkirina rêveberên referandûma serxwebûna Ketelonyayê ku di 1ê çiriya pêşîn a 2017an de çêbûbû, Llach protesto kir, got, ku wî wek "hemwelatiyekî homoseksuel û alîgirê serxwebûnê û hemwelatiyekî dilxwaz a cîhanê" di mihakemeyê de pirsên eboqatên partiya rastgir a tûj a spanyolperest Vox qebûl nekirin û bersiv neda wan[2].
Sêlikên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Els èxits de Lluís Llach (1969)
- Ara i aquí (1970)
- Com un arbre nu (1972)
- Lluís Llach a l'Olympia (1973)
- L'Estaca (1973)
- I si canto trist... (1974)
- Viatge a Itaca (1975)
- Barcelona, gener de 1976 (1976)
- Campanades a morts (1977)
- El meu amic, el mar (1978)
- Somniem (1979)
- Verges 50 (1980)
- I amb el somriure, la revolta (1982)
- T'estimo (1984)
- Maremar (1985)
- Camp del Barça, 6 de juliol de 1985 (1985)
- Astres (1986)
- Geografia (1988)
- La forja de un rebelde (1990)
- Torna aviat (1991)
- Ara, 25 anys en directe (1992)
- Un pont de mar blava (1993)
- Rar (1994)
- Porrera (1995)
- Nu (1997)
- 9 (1998)
- Temps de revoltes (2000)
- Jocs (2002)
- Junts (2003)
- Poetes (2004)
- Que no s'apague la llum (2005)
i... (2006)
- Verges 2007 (2007)
Pirtûkên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Memòria d'uns ulls pintats (2012)
- Estimat Miquel (2014)
- Les dones de la Principal (2014)
- El noi del Maravillas (2017)
- Escac al destí (2020)
Xelatên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1982: Creu de Sant Jordi
- 2013: Xelata Euskadi de Plata ji bo wergera spanî ya Memòria d'uns ulls pintats.
- 2013: Premi de Narrativa Maria Àngels Anglada ji bo Memòria d'uns ulls pintats.
- 2016: Xelata Méditerranée ji bo Les yeux fardés (wergera fransî ya Memòria d'uns ulls pintats).
- 2017: Doctor Honoris Causa per la Universitat de Girona
- 2020: Medalla d'Or de la Generalitat