Mêrxas (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mêrxas
Braveheart Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DerhênerMel Gibson
ÇêkerMel Gibson
SenaryoRandall Wallace
Aktor
  • Mel Gibson (William Wallace, William Wallace)
  • Sophie Marceau (Princess Isabella of France, Isabella of France)
  • Brendan Gleeson (Hamish)
  • Patrick McGoohan (King Edward Longshanks, Edward I of England)
  • Angus Macfadyen (Robert the Bruce, Robert I of Scotland) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MuzîkJames Horner
Derhênêrê
dîmenê
  • John Toll Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêkirin
  • Steven Rosenblum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çapkirin
Dom/Mawe177 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatDYA
ZimanZimanê inglîzî li ser wîkîdaneyê biguhêre
Terazûn$65–70 Mîlyon
Derameta
nesafî
  • 213.200.000 Dolara DYAyê (cihanî) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Mêrxas[1] (navê orjînal bi inglîzî: Braveheart), fîlmekî dîrokî ji aliyê Mel Gibson ve hat deranîn û stêrkirin, Mel Gibson rola William Wallace dilîze, şervanekî skotî ku di Şerê Yekemîn yê Rizgariya Skotiyan (en) li dijî Keyê Inglîstanê Edward I (en) de Skotlendê serokatî dike. Bingeha çîrokê ji destana Blind Harry (en) (The Actes and Deidis of the Illustre û Vallyeant Campioun Schir William Wallace) û ji aliyê Randall Wallace (en) li sînemayê anî. Fîlm ji ber gelek nerastiyên xwe hate rexnekirin. Cilên karakteran ne dîrokî ne, û di jiyan, mirin, û têkiliyên Wallace de nerastî hene. Rexnegir pesnê lîstikvan, derhêner, nirxên hilberînê, dîmenên şer û muzîkê dan.

Kurte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1280an de, Key Edward "Longshanks" Skotlendayê dagir dike, piştî mirin Keyahê Skotlendayê Alexander III (en), ku mîrasgirê textê wî tune. Law William Wallace bêbextiy Keyah Edwardê dibîne, mirina bav û birayê xwe zindî dibîne. Li derveyî welêt li gel apê xwe Argyle Wallace bi hec li seranserî Ewropeyê çûn, û li wir perwerde kiriye. Piştî salan Keyah Longshanks li Skotlendayê erd û demanan dide zedeganên xwe, di nav wan de, Prima Nocte (mafê lordan ku jinan seks dikin di şevê dawetê wan de) heye. Di wê demê de, Wallace li Skotlendayê vedigere, û dîsa bi Hamish Campbell hevalê zarotiya xwe digihînin hev. Wallace hevala zarotiya xwe ya din hez dike, Murron MacClannough, ew bi dizî dizewicin da ku ew bi lordê îngliîzî re şeva xwe derbas neke. Wallace ji destdirêjîkirin li Murronê ji aliyê leşkerên înglîz rizgar dike, dema ku ew hewldana wan ya duyemîn têkoşîn dikir, Murron hat girtin û bi eşkereyî hat kuştin bi jêkirina qirika wê, Wallace serkêşiya hoza xwe dike ji bo qirkirina serbazgeha înglîzî li gundê wî û serbazgeha dagirker li Lanarkê bişînin Inglîstanê.

Ev Longshanksê hêrs dike, fermana rawestendina Wallacê bi her awayî pêwist dide kurê wî Mîr Edward. Wallace li dijî Înglîziyan serhildide, dema ku çîroka wî belav dibe, bi sedan Skotiyan ji derdora wan tevlî wî dibin. Wallace artêşa xwe ber bi serkeftin li Stirling serokatî dike, hingê bajarê Yorkê distîne, biraziyê Key Longshanks dikuje û serê wî ji Keyê re dişîne. Wallace li alîkariya Robert Bruce (en) digere, kurê Padîşah Robert the Elder, û xebatkerê Taca Skotlendayê. Robert kir jêr destê bavê xwe de, ku dixwaze textê wî ji kurê xwe misoger bike, bi xwe xistin bin emrê Înglîziyan. Ji tirsa gefa serhildanê, Longshanks bûka wî dişîne, Isabella, ji bo ew hewl dide bi Wallacê re danûstandin bike, bi hêviya Wallace dê wê bikuje, û bi vî awayî dikişîne Keyê Fransayê şerê ragihîne. Wallace bertîlek ji Longshanks bi Isabella re hat şandin red dike, lê piştî ew wî bi xwe dît, Isabella ew evîndara wî bibe. Di wê demê de Longshanks artêşek amade dike ji bo ku Skotlendayê dagir bike.

Ji êrîşa hatî ku Isabella lê hişyar dike, Wallace lava ji zadeganên skotî dike ku ew kiryarên demildest bistînin bo rawestandin dijî gef û welat şûnve bistînin. Bi xwe serkokatiya atrêşa Înglîziyan dike, li Falkirkê Longshanks Skotiyan li ber xwe dide kû zadeganên Lochlan û Mornay bêbextî li Wallacê dikin. Skot şerî ji dest didin, û Morrison û Campbell di şerê de dimirin. Dema ku Wallace diçe ber bi Longshanksê birêketî li pişta hespê, ew ji aliyê yek ji rimbazên Keyê tê astengkirin, ku Robert derdikeve. Poşman e, Robert Wallacê dikeve ewlehiyê berî Înglîz dikarin wî dîl bigirin. Wallace Lochlan û Mornay dikuje ji ber bêbextiya wan, li dijî Îngliîz di heft salan yên bêt re şerê gerîlayê dike, bi alîkarya Isabella, dûmahiyê ew bi wî seks dike. Rober dixwest tevlî Wallace bibe û hêzên leşkerî tîne, li Edinburghê pê re civînek li dar dixe. Lê belê, bavê Robert bi zadeganên re plan danîn bo bindestkirina Wallacê û ew bide destên Înglîziyan. Bi zanîna vê îxanetê, Robert êdî bavê xwe nas nake. Isabella tolê ji Longshanksê ku niha bi dumahî nexweş diderîne dema ku ew jê re dibêje ew bi kurê Wallacê avis e û wê divê rêz û serdestiya Longshanksê bi cihê kurê xwe bi dawî bê.

Li Londonê, Wallace li ber dadwer înglîzî anî, wî ew bi îxanetê bilind darizand, bi şkence û serjêkirinê ceza kir. Di dema ku ew tê hilawîstin, xirikandin, û çarêkkirin de, Wallace red dike xwe bide destê Şahê. Dema qêrînên dilovaniyê ji xelqê temaşe kirî dihatin, wêrekiya Mêrê Skot dilê wan kûr koliye, dadwer delîveke dawîn pêşniyar dike, jê re pirs dike ew "Dilovanî!" deng bike, û ewê mirina bilez bide wî, li şûna wê Wallace "Azadî!" (bi inglîzî: freedom!) diqîre, dadwer fermana mirina wî dide. Bîsk berî ku ew bê serjêkirin, Wallace dîtina Murronê di nav komê xelqê de dibîne, jê re dibişire.

Di sala 1314 de, Robert, niha wek Keyê Skotlendayê, li ber rêza hêzên înglîz ya şehyane serokatî artêşa Skotî dike, li çîmenên Bannockburnê, derê ku ew bi fermî emrê Înglîziyan bipejrîne. Gava ew dest bi erîşê dikir, ew diraweste û bîranîna Wallace hîvî dike, ew ji mêrên xwe lava dikir ku ew li gel şer bikin wek li gel Wallace kirin, hingê Robert serokatî artêşa xwe li dijî Înglîziyên gêjbûn dike, û Skotiyan azadiya xwe bi cih tînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]