Makao

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Macau hat beralîkirin)
Sînorê Makau-Çîn
Birca Macao


Macau (Portûgalî: Macau, Çînî: 澳门 - Aomen) Navê tevahî: herêma îdarî ya taybetî ya macau ya Çîn (中华人民共和国 澳门 特别 行政区), Ev herêm heta 20 Kanûna pêşîn 1999-an bî Portekîz va girêdayî bu. Ji vê dirokê şunda bi Çîn va hate girêdan. li başurê Çînê cîh digrê.


Rûerd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Macau bi tevahî bajarvanî ye û deverên ku ji bo çandiniyê hatine veqetandin tenê %10 ji axa giştî ye. Avhewayê tropîkal e, germahiya navîn salane 22 °C e, barana salane ya navînî 1,800 mm e.

Civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

99% ji nifûsa Macau, Çînî ye, 1% jî Portekîz û biyanî ye. Zimanê herî gelemperî Çînî (zaravayê Kantonî) ye, û ol/dîn a herî zêde Budîzm e.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pîşesaziyê de, ku beşa sereke ya aboriyê ye, di nav şaxên sereke de pîşesaziya tekstîl, çêkirina pêlîstokan, çêkirina amûreyên elektronîkî, pîşesaziya kulîlkê çêkirî, û hwd. tên jimartin. Tûrîzm û xumar lîstin (lîstika xumar li Hong kong'a cînar qedexe ye) çavkaniyên girîng ên dahatin e. Salane zêdetirî 5 milyon geştyar serdana heremê dikin. xwarin û wxarina heremê piranî jî Çîn û Hong kong tê standin.

Ji bo baştirkirina binesaziyê gelek proje hatine pêkanîn.

Dîrok û rêveberî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di sala 1557-an de wekî bingeha bazirganî ya Portekîz û navenda xebata mîsyonerî li Çînê hate damezrandin. Rêveberiya Macau di 1887-an de ji hêla hikûmeta Çînê va ji bo Portekîz hate dayîn. ev peyman di sala 1979-an de hate nûkirin. Di sala 1987 de di navbera Çîn û Portekîzê de peymanek hate îmzekirin, da ku rêveberîya Macau vegere Çînê. Macau, ku di 1976-an de bi piranî xweser bû û sînorên xweseriyê di sala 1990-an de ji nû ve hatin berfireh kirin, ji hêla rêveberiyek Portekîz ve heta sala 1999 a hate revebirin.

Di derheqê Macau[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê tevahî: Navçeya Rêvebir a Taybet a Macau

Qad: 25.4 km²

Paytext: Macau

Drav: Pataka

Ziman: Portekîzî, Çînî

Nifûs: 461 833 kes (texmînî 2002)

Jiyana navîn: 81,78 sal (2002 est.)

Rêjeya xwendinê: 90% (texmîna 1981)

Hatina Niştimanî ya Niştecîh: 17 600 $ (2001 est.)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

*https://tr.wikipedia.org/wiki/Makao

*https://en.wikipedia.org/wiki/Macau