Here naverokê

Şanghay

Şanghay
Direct-administered municipality, national central city, bajarê mezin, bajarê beravê, bajarê global, megacity, Makeşar, bajarê herî mezin û Economic and Technological Development Zone Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
上海市 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê(n) din: 
Paris of the East Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şanghay li ser nexşeyê
Map
Şanghay li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Şanghay
Şanghay
Koordînat: 31°13′57″Bk 121°28′9″Rh / 31.23250°Bk 121.46917°Rh / 31.23250; 121.46917
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÇîn, Komara Çînê, Wang Jingwei regime, Reformed Government of the Republic of China, Great Way Government, Komara Çînê, Çîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1292 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Merkeza îdarî
  • Huangpu District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
  ŞaredarGong Zheng (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
  Giştî6341 km2 (2448 sq mi)
Bilindahî
4 m (13 ft)
Nifûs
24.870.895 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda postayê
200000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê21 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyê沪A Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malpershanghai.gov.cn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şanghay (bi çînî: 上海; pinyin: Shànghǎi; şanghayî: Zånhae [z̥ɑ̃̀hé]) bajarê herî mezin ê Çînê ye û herwiha di cîhanê de bi mezinahiya xwe yê heştem e. Mîna şaredariyê tê birêvebirin. Li kêleka çemê Yangtzeyê hatiye avakirin. Di sala 2005an de Şanghay bûye bendera kargoyê ya herî mezin a cîhanê. Şanghay ji aliyê aborî ve zûka bi pêş de diçe. Di sala 1990an de reformên pêşvebirina aboriya bajêr ji aliyê Deng Xiaoping ve hatin danasîn û bi awayekî lezgîn bi ser ketin. Jixwe îroj Şanghay weke nîşana berbiçav a pêşveçûna aboriya Çînê tê dîtin.[1][2] Ev bajar ji aliyê turîstan ve gelekî tê ziyaretkirin. Weke perestgeha Yezdanê Bajêr, muzeya Şanghayê û baxçeyê Yuyuanê gelek cihên turîstîk hene.

Şanghay bi tîpên çînî ji (banî ,ser) û (derya) pêk tê ku ev tê wateya Serê Deryayê yan jî Li Ser Deryayê. Dîroka vî navî digihîje sedsala 11an ku di bin serweriya Xanedana Song de bû. Her çiqasî gengeşî hebe jî di derbarê dîroka nêv de, bi gelemperî wisa tê pejirandin û li gorî dîrokzanên çînî, ji ber vî navî tê gotin ku xanedana Tang li ser deryayê hatibû avakirin.[3] Herwiha di demên berê de navên din jî ji bo Şanghayê dihatin bikaranîn. Yek ji wan Huatîng(华亭) bû. Di serdema xanedana Tang de herêma Huatîng hatibû avakirin ku ew niha dikeve herêma Songjiangê.

Mirov ji sedsalên 5-7an ve li vê herêmê bi cih bûne. Bajar pêşî di sala 751ê de wekî gundekî hatiye avakirin. Di dema xanedana Song (960-1279) de mezintir bûye û weke navçeyeke bazarê lê hatiye.[4] Di dema xanedana Yuan de jî bi pêş dikeve, lê di sala 1927an de bi fermî dibe bajar.[5] Di dema xanedana Mîng de cara pêşî sûrên bajêr di sala 1554an de li hemberî êrîşên korsanên japon tên avakirin. Ew dîwar 10 metre bilind û nêzîkê 5 kîlometreyan dirêj bûn.[6] Dîsa di dema xanedana Mîng de perestgeha Yezdanê Bajêr tê avakirin. Ev tê wê wateyê ku bajar êdî rûmeteke mezin e û weke bajar de tê dîtin. Di demên berê de li Çînê ev şanazî ji bo bajarên mîna paytextên sereke dihat dayîn.[6]

Di serdema Xanedana Qing de bajar bûye bendereke girîng a deryayê. Lewma siyaseta xanedaniyên çînê tên guhertin û li gorî pêşveçûna bajêr hewldanên parastin û bidestxistin ên vê herêmê zêdetir dibin.

Ji sedema potansiyela aborî û bazirganiya çemê Yangtzeyê di sedsala 19an de çavên biyaniyan bêhtir kete ser vê herêmê. Di dema Şerê efyonê yê yekem de (1839–1842) hêzên brîtanî rêveberiya vê herêmê bi dest xistin. Şer di sala 1842an de bi peymana Nanjingê bi dawî bû. Li gorî vê peymanê bazirganiya benderan ji bo brîtaniyan hat serbestkirin.[7] Bi peymana Bogue (1843) û Peymana Wanghiayê (1844) bazirganî û ziyaretkirina herêmê ji bo biyaniyan hate serbestkirin.

Di navbera salên 1860–1862an de herêm bi serhildanên Taipingê du caran rastî êrîşan hat. Piştre brîtanî û amerîkî li herêmê bi cih bûn. Di navbera salên 1920 û 1930an de 20.000 mirovên ji artêşa Spî û rûsên Cihû ji YKSS reviyane Şanghayê û bi cih bûne. Ev rûsên Şanghayê li bajêr civaka duyemîn mezin a biyaniyan pêktînin. Di sala 1932an de Şanghay dibe pêncemîn bajarê mezin ê cîhanê.[8] Di salên 1930'an de nêzîkê 30.000 penaberên cihû ji Ewropa têne Şanghay û bicihdibin.[9]

Piştî şerê Çîn û Japonan ê Yekem li gorî peymana Shimonoseki japon bûne hêzeke xurt li Şanghayê. Cara pêşî japonan kargeh ava kirin û biyaniyên din jî çav li wan kirin. Lewma Şanghay di aliyê aboriyê de bû bajarê sereke yê Rojhilata Dûr û weke Atînaya Gewre ya Çînê hate binavkirin.[10]

Di bin rêveberiya Komara Çînê de (1911–1949), Şanghay bû xwediyê rewşeke siyasî ya bilind û di 14ê pûşpera 1927an de kete rewşa şaredariyê. Di wê demedê plana avakirina gelek avahiyên mîna pirtûkxane, stadyum, muzeyê hat çêkirin.[11]

Di navbera 1932 û 1937an de şerê Şanghayê di navbera artêşên çîn û japonan de pêk tê. Di sala 1941ê de herêmeke Şanghayê ji aliyê japonan ve tê dagirkirin.

Di 27ê gulana 1949an de Artêşa Rizgariya Gelê Çînê herêma Şanghayê dixe bin destê xwe. Lewma piştî 1949an gelek fîrmayan karxaneyên xwe barkirine Hong Kongê.

Di navbera salên 1950 û 1960an de Şanghay dibe navenda sanayî û çepgirên radîkal. Çepgir Jiang Qing û koma wî li wir bi cih bûbûn. Li Şanghayê bi salan gelek guhertin pêk hatin. Herî dawî reformên aborî ji bo pêşketina Şanghayê di sala 1991ê de dest pê kirin.

Şanghaya kevn ji serdema Xanedana Ming

Şanghay li ser deltaya Çemê Yangtzeyê dimîne ku ev dikeve ser keviya rojhilatê Çînê. Herêm di navbera Yangtze û Kendava Hangzhouyê de weke nîvgiravekî ye. Giravê duyemîn mezin ê Çînê ,Chongming, û gelek giravên din li herêma Şanghayê hene. Parêzgeha Jiangsu dikeve bakur û rojavayê Şanghayê. Li başûr parêzgeha Zhejiang û li rojhilêt jî Deryaya Çîna Rojhilat heye.

Bilindahiya herêmê 4[12] metre ye û cihê herî bilind serê girava Dajinshanê ye.[13]

Bajar zivistanan sar û hêwî ye. Ji Sîbîryayê bayên sar tên, ev dibe sedem ku bi şev tînahiya hewayê digihe bin sifirê û seqem dikeve. Lê bi giştî li Şanghayê salê yek an jî du rojan berf dibare. Havînan hewa germ e û bilindahiya termometreyê digihe 35 °C yan. Havîna û di destpêka payîzê de carnan tayfûn çêdibin. Lê di salên dawî de ti ziyanên mezin pêk nehatine.[14]

Tê gotin ku demsala herî xweş li Şanghayê bihar e. Rewşa hewayê gelek caran tê guhertin di vê demsalê de û bi giştî baran dibare. Payîzan hewa bi tavik û ziwa ye.[15]

Neh navçeyên sereke

Şanghay ji 17 navçeyan pêk tê û her navçe xwediyê rêveberiya xwe ya herêmî ye. Navenda bajêr dikeve navbera Bund, kolana Nanjing , perestgeha kevn a bajar û kolana Huaihaiyê. Gelek zanîngeh li navçeyên Yangpu û Putuoyê hene. Neh navçeyên sereke yên Şanghayê ev in :

  • Huangpu (黄浦区 Huángpǔ Qū)
  • Xuhui (徐汇区 Xúhuì Qū)
  • Changning (长宁区 Chángníng Qū)
  • Jing'an (静安区 Jìng'ān Qū)
  • Putuo (普陀区 Pǔtuó Qū)
  • Zhabei (闸北区 Zháběi Qū)
  • Hongkou (虹口区 Hóngkǒu Qū)
  • Yangpu (杨浦区 Yángpǔ Qū)

Pudong herêmeke nû ya bajêr e

Heft navçeyên dora bajêr:

Kolana Nanjing

Li gorî serjimara 2010an gelheya bajêr gihaye 23.019.148 kesan ku ji wan 8.977.000 kes niştecihên dem-dirêj in. Ji sala 2000an ve mezinbûneke %37,53 a nifûsê pêk hatiye ku di sala 2000an de 16.737.734 kes hebûn.[16][17]

Ji % 98,8 mirovên Şanghayê ji Gelê Hanê ye û yên din jî kêmneteweyên cuda ne. Li gorî hejmarên fermî yên 2009an li Şanghayê 152.050 biyanî hebûn. Ji wan komên zêde japon (31.490), amerîkî (21.284) û koreyî (20,700) ne.[18]

Dîn û Bawerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber dîroka wê ya zengîn gelek baweriyên cuda li vî bajarî peyde bûne. Di serî de Taoîzm heye ku heft perestgehên sereke li vî bajarî ne û yek ji wan perestgeha Yezdanê Bajêr e. Di navenda bajêr de perestgeheke ji bo generalê Sê Keyaniyan heye. Perestgeha Wen Miao ji bo Konfîçyûs e. Budîzm jî ji demên kevnare ve li vî bajarî dijî. Herwiha baweriya Mahayanayê xwediyê bandoreke mezin e. Berî niha bi 700 salan îslam gihaye Şanghayê û di sala 1295an de li Songjiangê mizgeftek hatiye avakirin. Li bajêr hejmareke Katolîk û Ortodoks û Protestanan jî heye. Herwiha bi Şerê cîhanî yê duyem re gelek cihû têne vî bajarî.[19]

Şanghay di derbarê perwerdehiyê de yek ji bajarên sereke yên Çînê ye. Li Şanghayê bêhtirî 930 mala zarokan/hêlîn, 1200 dibistanên seretayî û 850 lîse hene. 760.000 xwendekarên lîseyê û 871.000 xwendakarên dibistana seretayî hene.[20]

Herêma zanîngehan li Songjiangê

Li Şanghayê 30 zanîngeh û kolej hene.

Şanghay li gorî bajarên din ê Çînê cihê tiştên pêşîn e ku lê hatine bikaranîn. Mînak erebeya bi motor pêşî li vir hatiye ajotin. Herwiha trên pêşî hatiye vî bajarî. Kanalîzasyonên modern pêşî li vî bajarî hatine çêkirin. Bajar herwiha qada nîqaşên navbera ronakbîrên sosyalîst e. Mînak nivîskarên navdar Lu Xun (鲁迅), Mao Dun (茅盾), Nien Cheng li vî bajarî jiyan kirine.

Gelek niştecihên bajêr ji parêzgehên Jiangsu û Zhejiang e ku di dîrokên cuda de koçî vî bajarî kirine. Zimanê fermî mandarîn e. Lê li herêmê bi navê zimanê şanghayî zaravayek heye ku ji zimanê çîniya Wuyê ye.

Li bajêr çendîn muzeyên neteweyî û navneteweyî hene. Muzeya Şanghayê xwediyê koleksiyoneke dewlemend a dîroka Çînê ye. Muzeya Hunerî ya Şanghayê xwediyê berhemên giranbuha yên hunerî ye. Herwiha muzeya Şanghayê ya Dîroka Xwezayî derbarê berhemên dîroka xwezayî de yek ji muzeyên girîng e.

Dibistana Şanghayê (海上画派) yek ji dibistanên girîng a hunera kevneşopî ya Çînê ye. Ev dibistan ji serdema Xanedana Qingê maye. Dibistana Songjiangê (淞江派), dibistaneke biçûk a wênesazî ya ji serdema xanedana Mingê maye. Herwiha dibistana Huatingê (华亭派) dibistaneke dî ya girîng a serdema xanedana Ming e.

fullheight

Bajarên Hevçeng

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakurê Amerîka

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Başûrê Amerîka

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. "Shanghai: China's capitalist showpiece" (bi îngilîziya brîtanî). 21 gulan 2008. Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  2. "Business News Today: Latest Business News, Finance News". BusinessLine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  3. Danielson, Eric N., Shanghai and the Yangzi Delta, 2004, rr. 8–9.
  4. Danielson, Eric N., Shanghai and the Yangzi Delta, 2004, r. 9.
  5. Danielson, Eric N., Shanghai and the Yangzi Delta, 2004, r.9, rr.11–12, r.34.
  6. 1 2 Danielson, Eric N., Shanghai and the Yangzi Delta, 2004, r.10.
  7. Hoe, Susanna; Roebuck, Derek (1999). The taking of Hong Kong: Charles and Clara Elliot in China waters. Richmond, Surrey: Curzon Press. r. 71. ISBN 978-0-7007-1145-1.
  8. "Tales of Old Shanghai - Library - All About Shanghai - A Standard Guidebook - Chapter 4 - Population". www.talesofoldchina.com. Ji orîjînalê di 20 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  9. "Shanghai Sanctuary". TIME.com (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 14 tebax 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  10. Gordon Cumming, C. F. (Constance Frederica) (1899). The inventor of the numeral-type for China by the use of which illiterate Chinese both blind and sighted can very quickly be taught to read and write fluently. University of California Libraries. London : Downey.
  11. Danielson, Eric N., Shanghai and the Yangzi Delta, 2004, r. 34.
  12. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 nîsan 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  13. "Shanghai Geography: Landscape Features, Facts & Characteristics". www.travelchinaguide.com. Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  14. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2007 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 tîrmeh 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  15. "Extreme Temperatures Around the World". www.mherrera.org. Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  16. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 tîrmeh 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 hezîran 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  17. "上海市2010年第六次全国人口普查主要数据公报-人口普查-解放声音—上海频道-东方网". jfdaily.eastday.com. Ji orîjînalê di 20 tebax 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 sibat 2026.
  18. Biyaniyên li Şanghayê, ji orîjînalê di 11 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021
  19. Cihûyên Şanghayê, ji orîjînalê di 16 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2021
  20. "General Aspects of Shanghai Education". Seaie.org. Ji orîjînalê di 17 adar 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 gulan 2011.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Şanghay de hene