Mafê Çarenûsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hemû gel dikarin pêşeroja xwe û statûya xwe ya siyasî, aborî, civakî û çandî bi îradeyeke azad tayîn bikin û divê hemû dewlet jî li himber vê îradeya azad rêzdar bin. Ev pênasiya mafê çarenûsê ye. Li gorî vê; mafê ti gelî tune ku îradeya xwe li ser gelekî din ferz bike. Hemû gel bi her awayî xwediyê heman mafî ne. Gel ku hebe ev maf jî dê hebe. Ev maf wekî nasnameya gelî bi gelî ve girêdayî ye. Înkarkirina vî mafî înkarkirina gel û pêşeroja gelî ye.. Ji bo her gelî doza mafê çarenûsê mafekî xwezayî û rewa ye. Hemû gel di biryardayîna çarenûsa xwe de xwedî heman maf in.

Dîrok[biguherîne]

Dîroka mafê çarenûsê digihêje şoreşa Fransî{neteweperestî}. Lê belê cara yekem bi nasîna modern di sala 1914an de ji alî serokê bolşevîk Vladimir Lenîn ve hatiye binavkirin. Dîsa cara yekem, pistî şerê cîhanê ê yekemin ev maf dikeve peymanên navneteweyî. Dawiya şerê cîhanê ê yekemîn serokê Emerîka Wilson ji bo gelên bindest prensîban diyar dike û ji bo van prensîban dibêjin Prensîbên Wîlson. Di vê belgeyê de Wîlson ji bo gelan Mafê çarenûsê diparêza.

Di peymanên navneteweyî de mafê çarenûsê[biguherîne]

Neteweyên yekbûyî di peymana bi tarîxa 16/12/1952an, bi hejmara 637 mafê çarenûsê ji bo mafê mirovatiyê şerta yekem qebûl dike. Herweha bi tarîxa 14/12/1960 û bi biryara 1514an di peyman û danezanka Neteweyên yekbûyî de tê gotin û hatiye qebûlkirin ku:

  • Maddeya yekem: ‘’bindestiya gelan, zordarî û dagirkerîya hêzên biyanî inkarkirina mafên mirovatiyê ye. Li dijî şertên Neteweyên yekbûyî ye û ji bo pêwendiya gelan û aştiya cîhanê jî astengî ye.’’
  • Maddeya duyem :‘’hemû gel, xwedî mafê çarenûsê ne; li gorî vî mafî statûya xwe yê siyasî bi azadî û serbestî diyar dikin’’
  • Maddeya sêyem:’’ ji aliyê siyasî, aborî, civakî yan jî çandî ve ne-têr-amadebûn nikare bibe behaneya derengxistina xweseriyê.’’

Neteweyên yekbûyî di destpêka peymanê de mafê çarenûsê wek bingeh girtiye û ev maf wekî rihekî huqûqa gelan nîşan daye. Ji bo mirovatiyê mafê çarenûsê wek şertê yekem nîşan daye. Lê belê Neteweyên Yekbûyî jî, ji bo berjewendiyên dewletên mezin ava bûye gelek caran li himber mafê çarenûsê li gorî berjewendiyên xwe yan jî yên dewletên endamê xwe tevdigere. Yanî Neteweyên Yekbûyî ji huquqê bêtir li gorî siyasetê ava bûye. Herweha di maddeya yekemîn, duyemîn û sêyemîn de mafê çarenûsê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî tê misogerkirin, di vê peymanê de di bin navê yekîtiya axa dewletan de bi madeya çar, şeş û heftan de pêkanîna mafê çarenûsê û pêkanîna van madeyên yekemîn, duyemîn û sêyemîn ji holê radikin. Pirsgrêk û dirûtiya Neteweyên Yekbûyî jî di vir de eşkere dibe. Ku sînora dewleta mêtîngehkirî û dewleta dagirker bi hev ve bin Neteweyên Yekbûyî mafê çarenûsê ji bo gelên bindest an jî ji bo welatê bindest de rast nabîne. Ev nêrîn ne huqûqî ye lê siyasî ye. Di destpêka peymanê de ji bo ku gelên bindest an welatên bindest ji zulm û polîtîkayên kolonyalîst xalas bibin û ji bo aşitiya cihanê û azadiya mirovan mafê çarenûsê mafê hemû gelan qebûl dike. Gelên welatê somurge yê ku sînorên wan û welatê dagirker bi hev ve ne ji gelên welatê somurge yê ku sînorên wan û welatê dagir ker ne bi hev ve ne bêtir li himber zulmê, polîtîqayên dijwar dimînin. Ji ber ku dema ku sînor bi hev ve bin îmkan û teknîkên dewleta dagirker xurttir e û ji alî dem ve zûtir û polîkayekî sîstematîk tê cîh. Hege armanc xelaskirina rûmeta gelan û avakirina aşitiyê be divê ev rastî bê qebûl kirin. Lê belê Koma Milletan me di serî de jî gote ku helbet jî dewletan ve pêk tê û ev dewlet naxwazin mudahaleyî hukumrantiya hev bikin. Ne bi çavê dagirkertiyê Li meselê dinêrin, bê çavê pirsgrika dewletê ya hindirîn li meselê dinêrin. Ev sekna Koma Milletan û Payman bi 14/12/1960 dirok û bi 1514 hejmar de maddeya 4,6 û 7emin dîsa bi Peymana Mafên Medenî û Siyasî û bi Peymana Mafên Ekonomîk, Civakî û Çandî re li hev nayê. Di navbera Payman bi 14/12/1960 dirok û bi 1514 hejmar de maddeya 4,6 û 7emin û Peymana Mafên Medenî û Siyasî de maddeya yekemîn û Peymana Mafên Ekonomîk, Civakî û Çandî de maddeya yekemîn de nakokî he ye. Maddeyên yekemîn ya van her dû peymanan jî wek hev e, peyv û gotinên wan yek e. Ev peyman di maddeya xwe ya yekemîn de biryar daye ku: Madde ya yekem: ‘’ hemû gel xwedî mafê tayinkirina pêşerojê xwe ye. Ji ber vê mafê bi şiklekî azad dikarin statuya xwe ya siyasî diyar bikin û pêşketina milên xwe ya ekonomîk, civakî û çandî bixwazin…..’’ Nîtekîm tê dîtin ku peyman û biryarên Koma Millettan li hev nakin û di navbera wan de newekhevî he ye. Ji ber van newekheviyan di pirsgrêka esas girtina biryaran de divê mero an li diroka qebûlkirina biryaran binêre û Biryara ku di demê nêz de derketibe divê bê esas girtin an jî kîjan biryar ji mafê gelên bindest re etkîn be divê ew esas bê girtin. Herweha armanc divê etkînkirina mafê çarenûsê be.

Mînakên Mafê Çarenûsê[biguherîne]

Dewleta Sirbîstan li kosovayê polîtîkayên dijwar dimeşand û mafê mirovatiyê gelekî giran binpê dikir. Di sala 1998 û 1999an de NATO ji ber polîtîkayên Sirbîstan yê li Kosova mudahaleyî Sirbîstan dike. Di van bombebarande ji alî Leşkerî de dewleta Sirbîstan gelekî paş dikeve û gelên Arnavûd li Kosovayê têkoşîna xwe didomîne. Di sala 2008an de Kosova azadiya xwe îlan dike. Dewletên Amerîka û Ewrûpayê dewletbûna Kosovayê nasdikin. Dîsa di hindirê 2008an de Sirbîstan li gorî maddeya 4, 6 û 7emin ya Paymana bi 14/12/1960 dirok û bi 1514 hejmar muracaatî Koma Dewletan dike û îddîa dike ku mafê dewletbûna Kosovayê tune ye û bi qebûlkirina Dewleta Kosovayê mafê yekîtî ya erdê Sirbîstan hatiye binpêkirin. Koma Dewletan jî li ser vê muracaatê ji Dîwana Edalet Ya Laheyê ya Navnetewî raman dixwazê. Dîwana Edalet Ya Laheyê ya Navnetewî di sala 2010an de muracaata Sirbîstanê red dike û Dewleta Kosovayê meşrû dibîne. Bi vê biryarê hate diyarkirin ku maddeyên 4,6 û 7emîn ya Peymana bi 14/12/1960 dirok û bi 1514 hejmar mîada xwe dagirtiye. Hejmara nufûsa Dewleta Kosovayê derdora yek milyon û heşsed û çil hezar e. Lê belê nufûsa Kurdan nêzî pêncî û pênc milyon e. Mezinbûna erdê Dewleta Kosovayê yazdeh hezar kîlometre kare ye. Ev mezinbûn qasî navçeya kî Kurdîstanê ye.

Li Himber Mafê Çarenûsê Rewşa Kurdistan[biguherîne]

Di 11 Adarê 1970an de di navbera dewleta İraqê û Mele Mistefa Berzanî de ji bo Başûrê Kurdîstanê mixtariyet tê qebûlkirin. Lê belê ji bo Kerkukê dîsa dawiya sala 1973an de di navbera Kurdan û dewleta İraqê de şer destpê dike. Piştî 2003an de ku Emerîka Rejîma Seddam Husên belakir Federasyona Herema Kurdîstan li Başûrê Kurdîstanê ava dibe. Lê belê hîna jî rewşa Kerkuk ne diyar e. Li gorî maddeya 140emîn ya zagona esasî ya İraqê divê li Kerkukê hejmara nufusê bêkirin ku diyar bibe bê hejmara Ereban an jî Kurdan pire li Kerkukê. Ev binpêkirina maddeya 140emîn ya zagona esasî bi polîtikayek Kolonyalîst didome û dewleta Iraqê gelên Ereb li Kerkuk û derdora Kerkukê bi cîh dike. Hîna jî Başûrê Kurdîstanê azadiya xwe diyar nekiriye. Ji sala 2012an de li Rojavayê Kurdîstanê Kurd di şerekî dijwar de ne. Têgotin ku Çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewletên Ereb û Tirk[1] bi çekên mezin êrîşî PYD dike. Li himber vê tu nîşanên resmî an huqûqî derneketiye. Dewleta Tirkî ji Dewleta Sûrî bêtir dijî Kurdên Rojava ye. Berdevkên dewletê raste rast PYD'yê rêxistinekî terorist dibîne[2]. [3] Lê belê Kurdên Rojava bi şiklên Qantonan sê qanton avakirine. Hîna rewşa van Qantonan ji alî siyasî û huqûqî ve ne diyar e. Li bakurê Kurdîstanê û li Rojhilatê Kurdîstanê jî ji bo statuya Kurdan ne bi fîzîkî ne jî bi awayek din statuya Kurdan û Kurdîstanê ne diyar e. Ji bilî başûrê Kurdîstanê tu perçeyên Kurdîstanê bi fermî nexwedî statu ye. Tu dewletên dagirker û kolonyalîst li himber gelên bindest û ên di bin hukumraniya xwe de bi çekên kîçmyevî êrîş nekiriye. Li Seddam Huseyn bi polîtikayên sîstematîk li himber gelê Kurd jenosîd bikaraniye. [4]

Çavkanî[biguherîne]

[[Kategorî:]]