Marînan

Koordînat: Unable to parse latitude as a number:-
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marînan
Doluca
Marînan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Marînan
Marînan
Koordînat: 38°01′01″Bk 41°11′08″Rh / 38.0169°Bk 41.1856°Rh / 38.0169; 41.1856
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBatman
NavçeÊlih
NahiyeÊlih (navend)
Nifûs
 (2012)
444[1]
Koda postayê
72000
Koda telefonê(+90) 488
Map
biguhêreBelge

Mêrîna (bi tirkî: Doluca), gundekî bi ser Êliha Batmanê ve ye.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hin çavkaniyan de wek Marînan hatiye, lê navê xwe Mêrîna ye. Şênîyên xwe, ji eşîra Reşkotan, ji bavikê Mala Xalo ne. Berê ajal jî xwedî dikirin, lê di salên dawîn de zêdetir bi çandinîyê ve mijul in. Qismek ji wan li navenda Batmanê dimînin û di dawiyê hefteyan û havînê de diçin ser zeviyên xwe. Brûka ku li hemberî Mêrîna ye, wek mezirka Mêrîna tê hesibandin. Lê nîsbet Mêrîna zêdetir mal û şênî hene li Brûka. Gundê Mêrîna nêzîkî 3 kîlometer dûr e ji rêya Batman û Uçyolê û dîsa nêzîkê 3 kîlometer dûr e ji rêya hesinî ya Batman û Misircê. Erdê li gundî bejî û avî ne. Piştî bendava Batmanê av li herêmê gerand, hin mexerên Mêrîna jî ketine ber ku zêdetir garis û pembû lê diçînin. Li bakurê Mêrîna gundê Şerbetko, li bakurê rojhilatê gundê Xîlikan, li rojhilat gundê Dirbêsa, li başur gundê Brûka û li başurê rojava gundê Gurgure heye. Ji ber gundî Newala Mêrîna dest pê dike û heya rêya Batman û Uçyolê ku li benda çemê Batmanê ye dewam dike. Berê aveka boş hebû di newalê de û aşekî mezin ê di Newala Mêrîna de li aliyê çêm digerand.

Zimanê şêniyên Mêrînayê Kurmancî ye. Sunî ne û ji mezhebê Şafî ne. Edetên Êzdatiyê wek hemû herêma Reşkotan li gundî jî hene. Di şîn û şahiyên xwe de li ser çanda xwe ne.

Sal Gelhe[2]
2012 444
2000 568
1990 636
1985 -

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Yerelnet, Doluca, ji orîjînalê di 5 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 tebax 2016