Gundikê Qêre
Gundikê Qêre | |
---|---|
Koordînat: 37°58′08″Bk 41°12′11″Rh / 37.969°Bk 41.203°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Navçe | Êlih |
Koda postayê | 72000 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
biguhêre |
Gundikê Qêre yek ji 263 gundên girêdayê bi Êlihê, Batman ve ye ku bi tirki jê re Yeşilöz tê gotin. Niha li vî gundî li dora 25 malbatên kurd lê niştecî hene.
Parêzgeha Batmanê li Bakurê Kurdistanê ye û bi nefta (petrol) xwe menşûr e, bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li bakur bi parêzgeha Bedlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrt, li başûr bi Mêrdîn û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.
Gundikê Qêre 20 km ji Êlihê dûr e, li rojhilata bakûrê wê dimîne, li quntara Çiyayê Qêre ye. Ji Qêre re Kevanê Kêrê jî tê gotin. Ji ber ku ev çiya mîna kevan xwe li gund rapêç kiriye û gerr û fetlên xwe ber bi rojhilata başûr ve domandiye heta ku xwe gihandiye rajora Qubînê. Herweha ev çiya devereke stratejîk e. Navê Qêre di stranên kevnare de pir hatiye bikaranîn. Ji ber ku ew dever hertim bûye şûna şer û qaleyên giran. Şerê Filîtê Quto û Mamê Emê Etmanî jî li wirê rûdaye.
Dema ku Dewleta Tirk navê Gundikê Qêre kiriye Yeşilöz, ji gundiyan yekî tenê jî bi zimanê tirkî nizanibûye. Dewletê piştî Cunta Leşkerî a Sisiyan,li gund dibistaneke pêncpolî jî avakiriye.
Ev gund, ji ber ku gundekî pir xweş û rind e, herweha gelek darên fêkî, rez û baxçe lê hene, herweha şûna wî gelek bilind e jî, di germa havînê de hem hewa wî hênik e hem jî ava kaniyên wî sar e.Sê aliyên gund bi Çiyayê Qêre ve hatiye dorpêçkirin. Tenê aliyê rojava vekiriye û Deşta Silîva jê pir xweş tê xuyakirin. Sinorê Gundikê Qêre digihîje van gundan: Mozgelan, Hedhedk, Şkestekê, Kanîgulan û Dawidî. Gundikê Qêre, gundekî eşîra Reşkotan e, bavikek bi navê Lûlikî tê de rûdine. Erdê gund ji bo çandiniyê ne rind e, lê ji bo xwedîkirina heywanan rind e. Xelkê gund jar e û piraniya gundiyan diçin derve û demsalî dişixulin. Di 1981'ê de 25 kes ji aliyê Cunta Leşkerî ve hatine girtin, hin ji wan 12 û 13 salî bûne, gelek ji wan 10 heta 16 salan jî di Zîndana Amedê de mane. Piştî 1980yî, piraniya gundiyan zarûkên xwe dane xwendin û niha li dora 20 kesên ku zanîngeh xwendine hene.