Marûnis
Xuyakirin
Marûnis | |
|---|---|
| Koordînat: 37°30′49″Bk 43°23′04″Rh / 37.5136°Bk 43.3844°Rh | |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Hekarî |
| Navçe | Colemêrg |
| Nifûs | 7 (2007), 13 (2008), 46 (2009), 69 (2010), 58 (2011), 65 (2012), 150 (2013), 84 (2014), 70 (2015), 67 (2016), 57 (2017), 101 (2018), 90 (2019), 93 (2020), 87 (2021), 130 (2022), 307 (2023), 201 (2024) |
![]() | |
| biguhêre | |
Marûnis (bi tirkî: Kavaklı), gundekî ser bajarê Colemêrgê ye.
Ev gund ji aliyê ve di li sala 1994ê hatiye vala kirin. Piraniya xelkê vî gundê li Colemêrg, Gever, Wan û Mêrsînê dijîn.
Malbat û eşîr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gund di navbera gundên eşîra Ertoşî û Pinyanişîyan de ye. Demografiya gund ji ber şerê Bedirxan Beg û Nestorîyan hatiye guhartin. Berî vî şerî li gundê Marûnis, hem kurd hem jî nestorî dijiyan. Lê piştî şerî nifûs hemî bû kurd. Her çend nestoriyan li salên 1914ê hewl dabin jî ku dîsa vegerin gundên xwe, nekarîn. Penaberên ji Cizîrê hatin ji xwe re dibêjin Mîrqasma, yên din jî bi giştî ertoşî ne û hinek malbat jî serbixwe ne. Lê ji ber zewacên navxweyî, niştecihên gundê Marûnisê xwe wek eşîra Marûnisî didin nasîn.
- Binemalên Cizîrî/Mîrqasmayî
- Mala Xelefan
- Mala Şîno
- Mala Bazîd
- Mala Tetera
- Mala Lawê
- Mala Beydaş
- Binemalên Ertoşî
- Mala Hacanî (Hacan)
- Mala Pîra (Mamedpîran)
- Mala Hesê Nebê (Mamxûran)
- Yên din
- Mala Feqala
- Mala Fêranî (Hesenan)
Mezrayên gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
| Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
