Tawisê Melek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Tawusê Melek hat beralîkirin)
Tawisê Melek

Tawisê Melek ,Tawusê Melek, Tawusî Melek an jî Melekê Tawus gorî ola êzdiyan firîşteyê herî pîroz e. Êzdî bawer dikin ku Tawisê Melek jî nola melek Ezraîl melekekê ku rihê mivov ji bedenê distandîbû[çavkanî hewce ye].

Gorî êzdiyan afirandina mirovahî wiha tê bawer kirin: "Di bawerîya Êzîdiyan de piştî Xwedê heft Firîşte efirandin, gote wan: Sicûde û kirnoşê ji ti kesî re nekin, ji xeynî min! Lê dema qalibê Adem xuliqand, gote Milyaketan: ”werin, sicûdê jibo qalibê Adem bikin, ta gîyan bê ber.” Şeş Milyaketan sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir. Xwedê te’ala gote wî: Tu çima sicûde ji Adem re nakî? Ezazîl got: ”Rebê min, te şîret li me kirîye û min ew şîret ji bîr nekirîye, sicûde bo te bitenê ye Ezîzê min”. Vêca Xwedê Ezazîl xelat kir û Tokê zêrîn, kû Tokê Êzî ye, di situyê wî de kir û gotyê: ”Here, min te kirye serokê Milyaketan û navê te Tawisî-Melek e, anko serokê Milyaketan. Jiber vê yekê jî kû heya niha jî her Êzîdîyek vê Tokê lixwe bike û dibêjinê ” Toka Êzî ” yan jî carne Toka Tawisî-Melek. Mebesta Xwedê ji vî Tokê jî xelatkirina Tawisî-Melek bû." (Pîr Xidir Slêman, birêna Çavkanî).

Jiber hindê jî, êzdî bawer dikin ku Tawisê Melek nûnerê Xwêdê ye li ser erdê û salê carekê, di çarşema yekê ya meha nîsana rojhilatê de, tê xwarê ser erdê û ew roj jî, li cem êzdiyan dibê cejna serê sala nû û wek Çarşema Sor tê pîrozkirin[çavkanî hewce ye].

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xanna Omerxalî (2007). Êzdiyatî: Civak, sembol, rîtûel. Avesta, Stembol-Amed.
  • Xanna Omerxalî û Kovan Xankî (2009). Analîza qewlên êzdiyan. Avesta, Stembol-Amed.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]