Hamurabî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Babîl di dema serweriya Hamurabî de

Hamûrabî (z. BZ 1792 - m. BZ 1750) keyê Babîlî yê şeşem bû. Hamûrabî di dema xwe de. Akadî û Sumerî jî, kirine bin serweriya xwe de. Hamûrabî ji Başûrê Kurdistana îroyîn, ji herêmên Kurdistanê ên weke Kerkûkê û heta ku digihijê Mûsilê û ji wanderan jî heta ku digihijê ber Firatê, dike bin desthilatdariya xwe de. Hamûrabî, ji sala berî zayînê 1792'an heta 1770'î rêveberiyeke xurt li herêmê ava dike.[çavkanî hewce ye] Piştre wî herêma Amîdê ku îro jî navê wê Amed e, dike bin destê xwe de. Hamûrabî, ji Gutiyan jî, fêrî pirr tiştan dibe û piştgiriyê ji wan distîne.[çavkanî hewce ye]

Hamûrabî di dema xwe de desthilatdariya ku ava kir, gihand asta împeratoriyekê. Di dewleteka îro ya hemdem de çi sazî hebûn, (weke saziyên ewlakariyê û rêveberêyê û hwd) ava kirin. Her aqilmendekî berdestê xwe bi wasif kir û di bin wasiftiya xwe de bi cih kir. Hamûrabî, çend ku di dema me de, weke keyekî ku koledarî bizagon jî kir tê nasîn jî, divê ku mirov bibêje ku wî, di bin desthilatdariya xwe de ku gelek xanadan hebûn, wî kir ku konfederasyoneke wan ava bike.[çavkanî hewce ye] Sumerî û Akadî di dema wî de di bin desthilatdariya wî de bi xanedanî jiyan. Di serî de Hamûrabî, li hemû xwedayên Sumerî û Akadî xwedî derket û xwe "weke peyamnêr ku ji aliyê wan ve hatî hilbihartin û hatî şandin," da nasîn û herê kirin.[çavkanî hewce ye] Piştre zagonên xwe dane nivîsandin. Ew zagonên wî îroj bi navê Zagonên Hamûrabî tên zanîn û nasîn. Ew zagonên Hamûrabî bi gotina wî hatine nivîsandin û ji 282 xalan pêk tên û li ser 12 tabletan hatine nivîsandin. Ew bi zimanê akadî ku li Babîlê ji aliyê her kesê xwendavan ve dikarîbûn werin xwendin ve hatine nivîsandin.[1] Hamûrabî, xwe weke peyamnêrê xwedayê Sumer û Akadiyan Marduk dan nîşandan û xwest ku bi wê xwe bide herê kirin.[çavkanî hewce ye]

Di zagonên xwe de, ji zewacê heta ku digihişt waristiyê kifş kirin.[çavkanî hewce ye] Tê gotin ku wî di bajaran de ku wê çawa were jiyîn jî kifş kiriye.[çavkanî hewce ye] Wî xanî jî bi hejmar û navnîşan kirine û sûk avakirine. Zagon û destûrên ku nivîsandine, hewl daye ku hemû tiştên di jiyanê de kifş bike. Mezopotamya, di wê demê de, xwediyê pêşketin û dewlemendiyeke mezin bû. Wî xwest ku bibe xwediyê wê jî. Xwest ku li ser Mezopotamyayê desthilatdariya xwe ava bike.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ *Breasted, James Henry (2003). Ancient Time or a History of the Early World, Part 1. Kessinger Publishing. ISBN 0-7661-4946-3. OCLC 69651827. {{cite book}}: |ref=harv ne derbasdar e (alîkarî).
  • Tabletên Zagonên Hamûrabî
  • Zagonên hamûrabî, ji 282 xalan pêk tê.
  • Ji xale 170 heta xale xale 196, û ji xalên 159 heta ye 163ûan, hemû xalên di derbarê zawac û malbatitiyê de.
  • Ji xale 5´an heta xale 53´an, hemû hemû xalên di derbarê sazîbûna civatê de na.