Mişel Temo
Xuyakirin
(Ji Meşal Temo hat beralîkirin)
Mişel Temo | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1957 |
| Mirin | 7 çiriya pêşîn 2011 |
| Hevwelatî | Sûrî |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Mişel Temo (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Mashaal Tammo, jdb. 1957[1] - m. 7 çiriya pêşîn 2011), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1957an de li gundekî herêma Dirbêsî, Hesîçe, Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Avaker û serokê partiya Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê bû.
Kariyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Temo di sala 1980î de li Zanîngeha Helebê xwendina Endezyariya Çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972an heta mirina xwe tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji danerên Navenda Celadet Alî Bedirxan a Rewşenbîrî bû ya ku li Qamişlo di 10ê kanûna pêşîn a 2000î de hat avakirin.[1]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mişel Temo, di 7ê çiriya pêşîn a 2011an de li bajarê Qamişlo li Sûriyê hate kuştin.[2][3][4][5]
Pirtûkên wî yên çapkirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotina dawî, 2001 (bi erebî)
- Bawerî û nêrîn, 2002 (bi erebî)
- Rûpelên welatekî bêwelat, 2002 (bi kurdî)
- Gopalê sor, çîrok, 2003 (bi kurdî)[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Cewerî, Firat (2005). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003), 1-2. Stembol: Nûdem. r. 839.
- ^ Siyasetvan Mişel Temo hat kuştin, ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2011
- ^ Siyasetvanê Kurd Mîşel Temo hate kûştin[girêdan daimî miriye]
- ^ Siyasetvan Mişel Temo Hate Kuştin[girêdan daimî miriye]
- ^ Kurdistanî- Mişel Temo Sekreterê Şepêla Pêşerojê Hat Kujtin[girêdan daimî miriye]
- ^ http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=5183
| Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |