Mehmûd Ehmedînejad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmûd Ehmedînejad
Mehmûd Ehmedînejad
Navê rastî
محمود احمدی‌نژاد Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn28'ê Çirya Pêşîn 1956'ê
EsilFars
Hevwelatî Îran
Perwerde
  • Iran University of Science and Technology (1975–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeSîyasetmedar
Meqam
  • Mayor of Tehran (2003–2005)
  • President of Iran (2005–2013)
  • Sekreterê Giştî yê Non-Aligned Movement (2012–2013)
  • Minister of Intelligence (Iran) (2009–2009)
  • Minister of Petroleum of Iran (2011–2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Alliance of Builders of Islamic Iran
  • Society of Devotees of the Islamic Revolution Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Azam Farahi (1981–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Order of Augusto César Sandino
  • The honorary doctor of Lebanese University
  • honorary doctor of the University of Havana Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmûd Ehmedînejad (bi farisî: محمود احمدی‌نژاد‎, bi inglîzî: Mahmoud Ahmadinejad; z. 28'ê Çirya Pêşîn 1956'ê) serkomarê şeşê yê Komara Îslamî ya Îranê ye ko piştî serkevtina di hilbijartinên serkomariyê yên sala 2005'ê li Îranê ji 6ê Tebaxa 2005'ê heta niha li ser kursiya serkomariyê rûnişiye. Gera wî ya niha ya serkomariyê dê li Tebaxa 2009'ê dawî bibit. Lê di hilbijartinên serkomariyê li sala 2009'ê da mafê wî heye ko xwe jibo cara duyê û dawiyê bikit berbijarê serkomariyê. Di dîroka 28 salî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê da, ew pirarîşetirîn û gengeşebartirîn serkomarê Îranê bûye.

Ew di siyasetên xwe da bi awayekê gelek berçav Îslamîyekê kevneşopî ye. Gelek baweriya wî bi karkirina ji bo zû vegeriyana Îmamê Zemanî heye. Ew bi rijdî rexnegirê rojava û nemaze siyasetên George W. Bush e. Netirsiya wî di biryardanê da yek ji saloxetên wî yên herî berçav e.

Berî bibit serkomar, ew Şehredarê paytextê, Tehran, bû.

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew kurê asingerekî ye û li bajarê Germsar, nêzî Tehranê, li roja 28'ê Çirya Pêşîna Sala 1956ê hat dinyayê. Li sala 1976ê, di nav 400,000 kesên ko dixwestin biçin zanîngehê ji aliyê nimreyan ve, kesê 132ê bû. Ew li zanîngeheka navdar ya Îranê bi navê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyayê ya Îranê li pişka endazyariya bajêrwarî hat wergirtin. Li 1984'ê Mastera Zanistan û li sala 1989'ê jî diktora ya xwe di endazyariya bajêrwarî da wergirtin. Ew her li wê zanîngehê bû dersdêr.

Giredanê dervê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]