Here naverokê

Mehmûd Kaşxerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mehmûd Kaşgarî hat beralîkirin)
Mehmûd Kaşxerî
Jidayikbûn1029 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kashgar (Karakhanid Khanate) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1101 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Upal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmûd Kaşxerî, (bi erebî: محمود بن الحسين بن محمد الكاشغري, Muhammad ibn al-Husayn ibn Mahmud al-Kashghari) (jdb. 1008 - m. 1105) yek ji zimannas û zanayên sedsala 11em e ku bi xebatên xwe yên li ser jiyan û çanda tirkan a serdema xwe tê naskirin. Rojbûyîn û mirina wî bi texmînî ne.

Tê texmînkirin ku malbata wî ji Berzxana nêzîkî Issik-Kulê bûye. Giringiya xebatên wê li ser zarave û devokên tirkî bûye. Pirtûka xwe ya navdar (Diwān Lughāt at-Turk) di nava salên 10721094an de dinivîsîne û li Bexdayê çap dike. Li gel zimanê tirkî, herwiha di pirtûka xwe de li ser bingeha tirkan jî nêrîna xwe dibêje. Gorî wî, tirk ji kurekî Nuh ê bi navê Yafet (an Yafes) peyda û belav bûne.

Li ser ferhenga tirkî û erebî, li ser çand, erdnîgarî û dîrokê jî rawestiyaye. Zanayên rojava dibêjin ku, bi wî re hinekê kompleksa biçûktiyê hebûye. Di berhemên xwe de serbilindiya koçberan a li dijî xakecihan (akincihan) aniye ziman. Di dema wî de Bexda di destê Selçûkiyan de bûye û tê zanîn Selçûkî împeratoriyeke farisî-romî (tirk) bûye.

Ew wêne (nexşe) ya ku ji aliyê Mehmûd Qeşxerî ve di pirtûka bi navê "Diwān Lughāt at-Turk" (Dîwanî Luxatî Turk) hatiye çêkirin tê de nivîsandiye ku Erdul Ekrad yanê "Erdê Kurdan" û tê wateya Kurdistanê.[1]

Nexşeya Kaşxerî ya rojhilatê erdê nîşan dide.
  • Mahmūd al-Kašgarī: Compendium of the Turkic dialects (Dīwān Lugāt at-Turk), edited and translated with introduction and indices by Robert Dankoff and James Kelly. Turkish Sources VII. Part I–III. Harvard: Harvard University Printing Office, 1982–1985 (îngilîzî)
  • Carl Brockelmann: Mitteltürkischer Wortschatz: Nach Maḩmūd Al-Kašgaris Dīvān Lugāt at-Turk. Bibliotheca Orientalis Hungarica 1, Budapest 1928. (almanî)
  • Ingeborg Hauenschild: Die Tierbezeichnungen bei Mahmud al-Kaschgari. Eine Untersuchung aus sprach- und kulturhistorischer Sicht. Harrassowitz, Wiesbaden 2003, ISBN 3-447-04721-6 (almanî)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Türkiye Siyasetinde Kürtler: Direniş, Hak Arayışı, Katılım (bi tirkî). İletişim Yayınları. 8 gulan 2014. ISBN 978-975-05-1509-5.