Nûh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Nuh hat beralîkirin)
Nûh li gorî îslamê
Nûh, angorî mozaîkeke dêra Basilica di San Marco, li Vênîsyayê.
Nûh li gorî ayîna cihûyan

Nûh ankû Nebî Nûh (îbranî: נֹחַ,‎ נוֹחַ, Noaẖ; tîberî: Nōăḥ; erebî: نُوح‎, Nūḥ; yewnanî: Νῶε, Noe), di her çar olên mazin ên yek-xwedayî (dînên îbrahîmî) de kesê sereke yê efsaneya tofanê ye.

Li cîhanê rojava, xiristiyanî ola ku herî zêde pê tê bawerkirin. Xiristiyanî, bi sereke, ku çend mezhebên wê hebin jî, mezhebên sereke ên katolîk, protestan, û her wusa, li welatên weke Rûsya û hwd jî ortodoksî pêşketiye û heye. Hemû mezhebên wê de jî navê Nûh pîroz e. Li gorî îslamê jî Nûh pêxember e.

Dibêjin Nûh ji dûndana kurê Adem Sêt bû, navê bavê wî Lamex e. Li gorî efsaneyê, Nûh bû bavê çar kuran: Sam, Ham, Yafet û Kenan (Yam). Li gorî Tewratê sê kurên Nûh hebûn û Kenan kurê Ham e (Destpêkirin 9:19). Li gor efsaneyê diya kurên Nûh Waliye bû. Li gor Tewratê di dema tofanê de Nûh 600 salî bû û di 950 saliya temenê xwe de miriye (Destpêkirin 7:11; 9:29). Li gor Muhemmed pêxember (Al-Ankabut, 14) Nûh pêxember di destpêka tûfanê de 950 salî bû û li gor Kitab al-muamarîn a ji Abû Hatîm al-Sicistanî, Muhemmed pêxember bi tevahî 1450 sal kir û mir[1]

Etîmolojiya nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mehneya peyva Nûh bi îbranî ev e: "rehet" an jî "teselî". Bi zimanê îbranî dibêjin Noa'h. Bı goreyî zimanê Kurdî 'Nû' yani "teze" yani "nûha" dema ku mirov têde.[2]

Çavkaniya Çîroka Nûh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Nûh, kitêbên Tewratê ne. Du pêxemberên din jî, Îşaya pêxember û Hezekiyêl pêxember behsa serhatiya wî kirin.[3]

Nûh, paşayekî sumerî bû?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî hin arkeologan Nûh keyekî sumerî yê bi navê Ziusudra bû ku di periyoda mezopotamî Cemdet Nesr (Jemdet Nasr) a salên 3100-2900 ên berî zayînê de li bajarê Shuruppak (îro girekî nêzîkî Bexdayê ye û bi navê Girê Fere (Tell Fa'rah) tê naskirin) jiya[4].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ H.A.R. Gibb & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden-New York-Köln.
  2. ^ Hitti, Philip K. (1928). The Origins of the Druze People and Religion: With Extracts from Their Sacred Writings. Library of Alexandria. p. 37. ISBN 9781465546623. ^ Jump up to: a b
  3. ^ Alter, Robert (17 çiriya pêşîn 2008). The Five Books of Moses: A Translation with Commentary (bi îngilîzî). W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-07024-8.
  4. ^ Carol A. Hill, The Noachian Flood: Universal or Local?, ji kovara Perspective on Science and Christian Faith, hejmar 3, îlon 2002.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Nûh de hene