Here naverokê

Mehmet Karayilan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmet Karayilan
Navê rastî
Mehmet Karayılan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Karayilan siyasetmedar û hevşaredarê Xelfetiyê ye. Di 31ê adarê 2024ê de li ser navê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) wekî hevşaredarê Xelfetiyê hate hilbijartin û di 4ê mijdarê 2024ê de bi tayînkirina qeyûmê ji wezîfeyê hat girtin.[1]

Karayilan di sala 1967ê de li gundê Aramnavçeya Xelfetî ya Rihayê hat dinê. Karayilan zewicî ye û du zarokên wî hene. Wî li gundê Aram dest bi dibistana seretayî kir, dibistana navîn û amadeyî li Xelfetiyê berdewam kir. Xwendina xwe ya bilind li Beşa Înşaatê ya Dibistana Pîşeyî ya Gazîentabê ya girêdayî ODTÜyê temam kir. Karayilan ku ji salên lîseyê heta niha di nava xebatên siyasî yên aktîf de ye, di salên zanîngehê de jî xebatên xwe yên siyasî yên aktîf berdewam kir.

Jiyana xwe ya siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di salên 2012 û 2013ê de di pêvajoya avakirina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cihekî girîng girt. Di nav wan de hevseroka damezrîner a HDPê ya Dîlokê jî di nav de du serdeman hevserokatiya parêzgehê kir. Di meclîsa HDPê de 2 dewreyan û yek serdemê jî di Desteya Dîsîplînê ya Navenda Giştî ya HDPê de wezîfeya xwe ya di warê demokrasî, û dîsîplîna di nava partiyê de bi serketî bi cih anî. Di sala 2018ê de bû namzetê parlamenteriyê yê HDPê yê Dîlokê.

Dema hevserokatiya şaredariya Xelfetiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mehmet Karayilan di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê 2024ê de namzetê hevşaredarê Xelfetiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bû û wek hevşaredarê Xelfetiyê hat hilbijartin.[2] Di 4ê mijdarê 2024ê de wezareta Karên Hundir ragihand ku şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, şaredara Êlihê Gulîstan Sonûk û şaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ên di rêveberiya DEMê de ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Li şûna wî qeymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglû weke qeyûm tayînî şaredariya Xelfetiyê hat kirin.[3]

  1. ^ "Mardin, Batman ve Halfeti belediyelerine kayyum atandı". BBC News Türkçe (bi tirkî). 4 çiriya paşîn 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ "Mehmet Karayılan kimdir, kaç yaşında, nereli? Şanlıurfa Halfeti Belediye Başkanı Mehmet Karayılan ile ilgili bilgiler - Güncel Haberler Son Dakika". CNN TÜRK (bi tirkî). 4 çiriya paşîn 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "Türkiye'de belediyeler üstündeki 'kayyum' sopası: 2016'dan bu yana 160 kez kayyum atandı!". Cumhuriyet.com.tr.