Mehmet Yavuz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mehmet Yavuz (z. 1973 – mirin 9 Tebax 2019),[1] siyasetmedar û mamosteyekî kurd bû ku ji Gulana 2018an heta 7ê Cotmeha 2018an serokatiya Partiya Doza Azad a Îslamî ya kurd kir.[1][2]

Di sala 1973an de li bajarokê Kolîk di parêzgeha Adiyemanê ji dayik bûye, lîse li bajêr qedandiye û ji bo xwendina Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Selçûk diçe Qonyeê. Paşê wek mamoste xebitî. Di salên 2000î de 2 salan di girtîgehê de ma û piştre li bajarê Rihayê mamosteyî kir. Piştre bû Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiya Doza Azad a Îslamî ê.[3][4] Di sala 2015an de Erdoğan rexne kiribû ku gotibû li welêt pirsgirêka kurd tune ye. Yavuz bal kişand ku dema li TBMMê zimanê kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' hat tesnîfkirin, nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî û destnîşan kir ku makeqanûna faşîst a tirk e.[5]Di sala 2018an de dîsa destura Tirkiyê rexne kir.[6] Yavuz di 9ê Tebaxa 2019an de li Amedê ji ber pençeşêra gurçikê jiyana xwe ji dest da.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "HÜDA PAR Genel Başkan Yardımcısı Mehmet Yavuz hayatını kaybetti". Independent Turkish (bi tirkî). 9 tebax 2019. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.
  2. ^ "İşte Hüda - Par'ın yeni başkanı". Kurdistan24. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.
  3. ^ "HÜDA PAR Genel Başkan Yardımcısı Mehmet Yavuz hayatını kaybetti". Independent Turkish (bi tirkî). 9 tebax 2019. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.
  4. ^ "A distinguished politician in the history of Turkish politics: Mehmet Yavuz". Ilkha. 8 tebax 2021. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.
  5. ^ "Yavuz: Kürt sorunu vardır". Hürseda Haber (bi tirkî). 21 adar 2015. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.
  6. ^ "Yavuz: Kürt meselesini altı ayda çözeriz". Dogru Haber (bi tirkî). 18 hezîran 2018. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.
  7. ^ "Mehmet Yavuz has passed away". Ilkha. 9 tebax 2019. Roja gihiştinê 19 nîsan 2021.