Partiya Doza Azadî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Partiya Doza Azadî
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DûgelTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 17 kanûna pêşîn 2012 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê damezrandinê
Cihê baregehê
Îdeolojiya siyasîÎslamîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperhudapar.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Partiya Doza Azadî, (bi tirkî Hür Dava Partisi; bi kurtasî Hüda Par) partiyeke siyasî ye ku di 19ê kanûna sala 2012an de hatiye damezrandin û li Tirkiyê siyasetê dike. Sembola partiyê pirtûkek vekirî ye ku roj ji nav rûpelên pirtûkê de derdikeve. Serokê giştî ya Hüda Parê ya niha Zekeriya Yapıcıoğlu ye.

Tê gotin ku ev partî îdeolojiya rêxistina îlegal a Hîzbullah dişopîne.[1] Ev rêxistina îlegal bi birakujiyê li dijî kurdên çepgir tê nasîn. Her wiha, tê gotin ku gelek kuştinên nediyar ên salên 90î ji aliyê Hîzbullah hatine kirin. Hüda Par jî dijberiya xwe ya li dijî PKK, BDP û kurdên çepgir bi awayeke vekirî dide nîsan. Lewra di nava gelek kurd de Hüda Par wek baskê siyasî yê Hîzbullahê tê dîtin.

Serokê giştî yê partiya Hüda Par Mehmet Huseyin Yılmaz (1967) parêzer e û ji gelek sûcdarên Hîzbullahê re jî parêzeriyê kiriye. Her wiha, ew ji di sala 2007an de heta di sala 2010an de serokê komeleya Mustazaf Der (Komeleya Binpêkiriyan) bû. Hêjayî gotinê ye ku ev komel di sala 2010an de hate qedexe kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. BBC Tirkî: 'Hizbullah'ın parti kurması' ne anlama geliyor? (Damezirandina partiya Hîzbullahê tê ci watê?), dîtin, 16e nîsanê 2013

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]