Mehyeddin Hussein
Xuyakirin
Mehyeddin Hussein | |
---|---|
biguhêre |
Mehyeddin Hussein an jî Mohiddin Hussein, bloger û rojnamevanekî kurd e, li Almanyayê dijî.[1]
Li dezgeha medyayî ya almanî Deutsche Welle û herwiha li Bernama Kurdî ya WDR COSMO dixebite. Berê edîtor û prodûserê nûçeyan bû li televizyona Rûdaw li Hewlêrê.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mehyeddin Hussein sala 1992an li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Piştî destpêka şerê Sûriyê, çû Başûrê Kurdistanê û li wir dest bi xwendina endazyariya kompûterê kir li zanîngeha Kurdistan-Hewlêr lê berê xwe da rojnamegeriyê û li Rûdawê bû prodûserê nûçeyan.[2] Pişt re berê xwe da Almanyayê û li wir di dezgeha medyayî ya almanî Deutsche Welle de dest bi kar kir.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |