Mela Beşîrê Bedewî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mela Beşîrê Bedewî, yan jî bi navê mexlesa wî Bêxew.

Navê wî Mihemed Beşîr e û wek Mela Beşîr tê naskirin. Kurê Şêx Mihemed Zahirê kurê Şêx Mistefayê Bedewî û birayê Mele Nezîrê Bedewî ye. Eslê malbata wî ji seyîdê Kerben e. Mela Beşîr di sala 1925an de li Gundikê Ezîmê ku girêdayî ser Kerboran e, li Kurdistana Bakur hatiye dinyayê û heta 10 saliya xwe li wir mezin bûye. Di 10 saliya wî de malbata wî ji ber sedemên aborî û siyasî mişextî Rojavayê Kurdistanê bûne. Piştî guherandina çend gundan li gundê Şebekê ku girêdayî ser Hesekê ye bi cih bûne.

Mela Beşîr di 12 saliya xwe de dest bi perwerdehiya medreseyê kiriye û bûye feqî. Xwendina xwe ya medreseyê li ber destê gelek alim, şêx û melayan wergirtiye û ji hemûyan behtir jî bandora Şêx Şefîqê Zêbarî li ser çêbûye. Ev têsîr di dîwana wî de jî xwe nîşan dide. Mela Beşîr di 23 saliya xwe de îcazeta melatiyê wergirtiye û bûye mela.

Mela Beşîr bi kesayetê navdar û Kurdperwer re têkilî danîn e kû Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî ji wan kesan in. Di sala 1957an de Mela Beşîr û digel kesên wek Osman Sebrî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê avakirin e û ew jî yek ji wan damezirînere vê partiyê ye. Di sala 1981i de, li gundê Şebek ê çûye ber dilovaniya Xwedê.[1] Berhemên wî ê kû tên zanîn ev in:


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mela Nezîrê Bedewî (2013). Gazîya Belengazan: Dîwana Bêxew. Stenbol: Nûbihar.