Here naverokê

Hesîçe

(Ji Hesekê hat beralîkirin)
Hesîçe
‏الحسكة, al-Ḥasaka
Hesîçe li ser nexşeya Rojavaya Kurdistanê nîşan dide
Hesîçe
Hesîçe
Hesîçe (Rojavaya Kurdistanê)
Hesîçe li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Hesîçe
Hesîçe
Hesîçe (Sûrî)
Kargêrî
Welat Rojava, (Rojavayê Kurdistanê)
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Hesîçe
Demografî
Gelhe 188.160 (2004[1])
Erdnîgarî
Bilindayî 305
Koordînat 36°30′8″Bk 40°44′47″Rh / 36.50222°Bk 40.74639°Rh / 36.50222; 40.74639
Nexşe
Nexşeya parêzgehê

Hesîçe[2] (suryanî: ܚܣܟܗ, fransî: Hassetché) an jî Hesekê (bi erebî: ‏الحسكة‎, lat. al-Ḥasaka), bajarekî Rojavaya Kurdistanê ye û navenda îdraî ya parêzgeha Hesîçe ye. Li gorî daneyên sala 2023an nifûsa bajêr 422.445 kes bû[3] ku li bajêr kurd, ereb, asûrî û hêjmareke kêm ermenî û çeçen dijîn. Hesîçe 80 kîlometre li başûrê bajarê Qamişloyê ye. Çemê Xabûrê ku şaxek ji çemê Firatê ye, ji rojava ber bi rojhilat ve di nav bajêr ve derbas dibe. Çemê Nisêbînê (çemê çexçex) ji bakurê bajêr ve diherike nav çemê Xabûrê. Her du çemên ku digihîjin navenda bajêr çavkaniyên avê ya Bakurê Kurdistanê ye ku bi rêya van çeman digihîjin bajêr. Hesîçe û gundewarê derdorê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê kontrolkirin û tê bireve birin.[4]

Hesîçe bi erdên xwe yên berhemdar, ava zêde û gelek deverên arkeolojîk hatiye naskirin. Her wiha bajêr ji vejîneke mezin a bajarî ya modern bidestxistiye û gelek projeyên çandinî û pîşesaziyê li dora bajêr hatine damezrandin. Di dehsalên borî de, bajêr ji ber zuhabûna çemê xwe yê sereke, çemê Xabûr, pirsgirêka avê dîtiye ku bûye sedema windakirina piraniya erdên çandiniyê, û gelek ji xelkê bajêr neçar kiriye ku koçî parêzgehên navxweyî bibin, nemaze koçê bajarê Şam û Deraa li başûr bûne ku di kargehên pîşesaziyê û li ser erdên çandiniyê de bixebitin.

Li erdê deverên bajêr genim, ceh, nok, garis, nîsk, kuncî û pembû têne çandin. Bajêr ji aliyê dar û fêkiyan ve jî gelek darên fêkî lê çêdibin ku di nav de darên tirî, hinar, sêv, hejîr, xox, û hirmî heye.

Hejmara kurdan li navenda bajêr ji %60 e û li derveyî bajar ji aliyê bakur de rê ya Amûdê bi tevayî kurd in, rêya Qamişlo ya bakur ew jî wisan, lê rêya Hesîçê Qamişlo ya jêrîn hejmareke mezin li başûrê rê gundên ereban hene.

Di serhildana 12ê adara 2004an de kurdên bajêr ew jî mîna birayên xwe yên başûrê Rojavayê Kurdistanê serî hildan, di encamê de du şehîd û bi dehan birîndar ketin û bi dehan jî girtî hebûn. Mixabin Ereban bi alîkariya hêzên ewlekariyê ziyaneke zor gihandin gelê Kurd, mal û milkên Kurdan talan kirin. Mîna zemanê bav û kalên xwe dest dirêjî dikanên Kurdan kirin, bi milyonan perê sûrî li kurdên sivîl xisar bû.

Dewara Arin Mirkan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ http://www.citypopulation.de/Syria.html
  2. ^ Osman Sebrî: Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 373.
  3. ^ "Al-Hasakah Population 2026". World Population Review (bi îngilîzî). 19 kanûna paşîn 2026. Roja gihiştinê 5 sibat 2026.
  4. ^ "New deal reached for Hasakah in Hmeimim Base". AMN - Al-Masdar News | المصدر نيوز (bi îngilîziya amerîkî). 23 tebax 2016. Ji orîjînalê di 10 çiriya paşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 sibat 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]