Mele Nezîrê Bedewî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mela Nezîrê Bedewî an jî Dahî yek ji nivîskarê kurd e.

Kurê Şêx Mihemed Zahir û birayê Mela Beşîrê Bedewî ye. Mela Nezîr di sala 1933yan de li Gundikê Ezîmê ku li devera Kerboranê hatiye dinê û di sala 1982yan de li gundê Sêgiran ku li herêma Hesekê ye çûye ber dilovaniya Xwedê.

Mela Nezîrê Bedewî xwediye Dîwana Dahî mexlesên mîna "Dahî", "Feqîr", "Nezîr" û "Torî" bi kar anine.

Dîwana Dahî ji hêla Tehsîn Îbrahîm Doskî hatiye amadekirin û îro di nav klasîkên kurdî de cihê xwe girtiye. Di vî dîwanê de 129 helbest hene û mijarên wan li ser evîn, meseleyên civakî û Kurditiyê ne.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tehsîn Îbrahîm Doskî, Dîwana Dahî, ISBN 6055402679