Mem û Zîn A Mele Mehmûdê Bazîdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yekemîn Çîroka Modern di cihanê de êwra destpêkirina çîroka modern di sedsala XIXemîn de ye. Modernîzma çîroknûsiya kurdî jî di heman sedsalê de ye. Mirov li ser heyama wêjeya kurdî li pêvajoya dawiya serdema klasîk û destpêka modernîzmê raweste ewê bê dîtin ku, wêjeya kurdî, ji aliyê pêşveçûnê wekî wêjeya cîhanê bi şeklekî asayî pêşdeçûye. Eger ku, li derekî aliqîbe jî, ev cihê ku lê sekinî ye -yan jî hilkumî ye- ne sedsala XIXan, sedsala XXan e. Her wekî Firat Cewerî di berhema xwe ya bi navê Antolojiya Çîrokên kurdî de pêwendiyê bi Mem û Zîna Bazîdî datîne û dibêje, berî sed û şêst salan çîroka hunerî ya nûjen hatiye nivîsandin. Duhokî di gotara xwe de taybetiya çîroka Mem û Zînê a Mele Mehmûdê Bazîdî bi berfirehî vedibêje. Li gorî wî ev berhema navborî ne ji aliyê teknîk û ne jî mijarî kêmî çîroknûsiya cihanê ye.

Li gorî çavkaniyên di destê me de ye, ev berhem, yekemîn çîroka hunerî ye ku bi hêmanên nûjen û di sedsala XIXan de hatiye nivîsandin Mela Mehmûdê Bazîdî, berhema hêja û giranbiha a Ehmedê Xanî Mem û Zînê, kiriye forma çîrokê û wê jî weke berhemên dinê radestî Jabayî kiriye. Reşîd Findî ji bo vê çîrokê dibêje, nusxeyek ji wê çîrokê di pirtûkxaneya Petersburg a Rusyayê û nusxeyeka di jî li pirtûkxaneya Longezê li Parîs a Fransayê 1960î de Rudenko digel pêşekekê li Moskowê ev diweşîne.

Em bi pirtûka Ferhad Pîrbalî ya bi navê Mele Mehmûdê Bazîdî ya ku di sala 2000î de çapbûyî re, bi vê rastiyê û hinek şaşiyên xwe hesiyan. Berî berhema Ferhad Pîrbalî, çîroka Le Xewma ya Cemîl Saîbî, ku di sala 1925an de hatibû belavkirin wekî yekem çîroka kurdî ya nûjen dihat zanîn. Lê, piştî bi dîtina çîroka Şiwêş a Fûadê Temoyê ku di sala 1913an bi kovara Rojî Kurd belav bibû êdî ew dîrok bi 12 salan paş de biribû. Niha dema çîroka Mem û Zîn a Mele Mehmûdê Bazîdî ku di sala 1856an de nivîsî hate dîtin û sax kirin êdî dîroka çîroka kurdî pêncî û heft salên din jî paş de çû û rûpelekê zêrîn ji bo wêjeya kurdî hate neqişandin.
Jan Dost], jibo pirsa “çima pexşan bi Bayezîdî re dest pê kiriye?”, weha dibêje:

Wek tê zanîn mejiyê rojhilatî mejiyekî afirîner ê romantîk û lîrîk e, mejiyeke helbestî ye, lê yê rojavayî mejiyekî felsefîk û lêkolînî ye. Lêkolîn û felsefe jî ku ne bi pexşanê bin nabin, loma jî bi têkiliya Jaba û Mela Mehmûdê Bazîdî re dewreke nû dest pê dike. Bazîdî berhema têkelbûna rojhilat û rojavayê ye! Çêlîka lihevrasthatina mejiyekî akademîk û hişê rewşenbîrekî kurd î rojhilatî ye.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bilge, E. (2013). Ji Hêla Naverokê Ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî. Mêrdîn: Zaningeha Mêrdîn Artukluyê.