Mihemed Dehsiwar
Mihemed Dehsiwar nivîskarekî kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew niha li Swêdê dijî.
Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî xwendegeha pêşî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav sefên welatperwerî û şoreşgeriyê. Piştî cûntayê ew mecbûrî derketina dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stokholmê dijî. Piştî bicîbûna li Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ko di vî warî de kar û xebatê bike. Wî digel vê, pêşî xwendegeha grafîkê ko di warê amadekirin û çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta kiriye. Paşê wî li Unîversîteya Stokholmê "pêwendiyên navneteweyî" (International Relations) xelas kir û beşek jî ji "siyasalê" (Political Science) xwend. Niha jî bi teza xwe ya di vî warî de mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan de, li "Pirtûkxaneya Navneteweyî" kar dike û di wir de berpirsiyarê beşa pirtûkên kurmancî û tirkî ye.
Ji bilî romana bi navê Çirîskên rizgariyê ferhengokeke ji bo zarokan a bi navê "Mizgîn" jî amade kiriye[1] û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne. Ew her wiha wergeriyê Henning Mankell) wergerandine kurdî.
Dehsiwar bi kurdiya kurmancî dinivîse.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çiriskên rizgariyê. roman. - Çapa 1. - Stockholm: Weşanên Newroz, 1995. - 314 r. - ISBN 91-88128-01-6
- Mizgîn: Ferhengoka zarokan a bi wêne. - Çapa 1. - Stockholm: Newroz, 1995. - 255 r. - ISBN 91-88128-00-8
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Mihemed Dehsiwar (1995). Mizgîn: Ferhengoka zarokan a bi wêne. Stokholm: Newroz.
- http://www.immi.se/kultur/authors/ Girêdana arşîvê 2012-05-04 li ser Wayback Machine
![]() | Ev gotara li ser nivîskar an helbestvanekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |