Minareya Çarling
Xuyakirin
Minareya Çarling yan jî Mizgefta şêx Matar mizgeft û minareyeke dîrokî yê li Amedê ye ku minare bi avakirina xwe ya bêhempa ku li ser çar stûnan hatiye avakirin, tê nas kirin.
Minare li ser kolana deryê nû yê li navçeya dîrokî ya Sûrê hatiye avakirin. Mizgeft bi navê Şêx Matar (Mutahhar) hatiye binavkirin ji ber ku tê bawerkirin ku di milkê mizgeftê de gora Şêx Matar heye.
Minareya Mizgefta Şêx Matar[1] (Şêx Muteher) ji abîdeyên balkêş e ku di 1500'î de ji aliyê Qasim Xanê Aqoyunî ve hatiye çêkirin ku ev minare li ser çar stûnên yekpare kevir hatiyê danîn.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Çar "lingên" Minareya Çarling a Amedê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Rêbera Geştê ya Amedê (2011). Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |