Pira Dehderî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Ji hêlek din Pireya Dehderî û Deriyê Mêrdîn
Pira Dehderî (di sala 2009an de).
Ser Pira Dehderî.

Pira Dehderî an jî Pira Belek navên pira kevn û dîrokî ya Amedê ye ku li ser çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Ji bo deh çaviyên wê yên avê hene, jê re gotine Pira Dehderî. Pira Dehderî, li dervî bajêr, li aliyê başûr, ji Deriyê Mêrdînê 3 km ji bajêr dûr e. Dirêjahiya pirê 180 metre û firehiya wê jî 7-8 metre ye. Pire ji kevirên bazalt ên birî hatiye çêkirin. Bi kevirên sêgoşe li hev hatine siwarkirin. Di lengerên pirê de dîwarên taybetî hatine çêkirin. Pire du beş e. Beşa aliyê rojhilat û beşa aliyê rojava. Di nav van herdu beşan de stûneke bi taybetî heye û ev stûn herdu beşan bi hev girê dide. Ji bo şîpa avê bi hêz li aliyê rojavayê pirê dixe, dîwarê vî alî stûr û çaviyên wê firehtir hatine çêkirin. Gelek dîrokzan û bi taybetî ji wan dîrokzanan Carsten Niebuhr dinivîse ku pira Amedê bi qasî dîroka bajêr kevn e. Lêbelê ev pira Dehderî ya ku niha hîn jî heye ne ya yekem e; ev di dema dewleta kurd a merwaniyan de hatiye çêkirin an jî hatiye tamîrkirin.

Dîrokzan M. van Berchem û Albert Gabriel dinivîsin ku di dema antîk de ev pir hebûye lê her cara ku hêzên ku dor li bajarê Amedê pêçane û xwestine bajar bigrin, pira hebûye xerab kirine[çavkanî pêwîst e]. Piştre dema ku bi paş ve vekişiyane pir ji nû ve hatiye çekirin an jî hatiye tamîrkirin. Yanî di her şerê ser Amedê de, pira Amedê ji dijmin re bûye hedefa yekem. Wek tê zanîn di sala 974an de çaxa ku împeratorê bîzansî Yûhena I Tzîmîskes dor li Amedê pêçabû, pir hilweşandibû. Nivîsara ku di sala 1065an de li ser dîwarê pirê hatiye kolandin û heta îro jî hîn heye û destnîşan dike ku pir ji aliyê padîşahê Merwaniyan Nîzamuldewle ve hatiye çêkirin, weha ye:

Nîşe:
(*) Hinek dinivîsin ku westayê pirê ne Sacarê Ubeyd e, Wusivê Ubeyd e.
(**) 457 bi sala mîladî dike 1065.

Belê, çemê Dîclê ji bo amediyan pîroz tê dîtin. Xelk bawer dike ku ava Dîcleyê raste rast diçe bihuştê (cenetê). Xwedê û firîşteyên (melekên) xwe li bihuştêne. Li ser bingeha ve baweriyê jin û keçên amedî êvara cejna qurbanê li ser kaxez daxwaz û gilinameyên xwe dinivîsin û diçin ser pira Dehderî. Dest bi dueyan dikin û nameyên xwe yên amadekirî di pirê re davêjin jêr, name bi avê re diçin bihuştê. Nameyên ku bi ava re birê dikin, di demeke nêzîk de digihên destê Xwedê û daxwaz û dueyên wan qebûl bibin.

Wek di wêneyan de jî baş xuya dike, pira Dehderî ya dîrokî, bi salan e ku nehatiye tamîr kirin û her ku diçe ber bi xerabûn û hilweşandinê ve diçe. Kamyonên mezin û giran û traktor bi barên xwe yên tijî ve, di ser re derbas dibin. Av jî binê lengerên wê dikole. Terk û tîş li kolon û lengeran ketine. Hinek kes bi krêder û dozeran axa derdora pirê dikolin û dibin. Hinek ciyên wê kirine ciyê qirş, qal û sergo. Heger bi lez û bez destwerdaneke neyê kirin heta çend sal paşê ev pira dîrokî dikare hilweşe û berhemeke meyê din jî ji navê wenda bibe. Pêwîst e ku şaredariya Amedê û dem û dezgehên navnetewî ku berhemên dîrokî diparêzin destê xwe sivik û lez bigrin û vê berhema hezar salan a dîrokî û bi taybetî ya kurdan biparêzin. Derdora pirê paqij bikin, rast bikin. Park û bexçeyan ava bikin û kulîlkan biçînin. Bala gel û turîstan bikşînin ser vê berhema dîrokî.

Pira Dehderî di salên 2008-2012an de hate restorekirin.

Çavkanî û jêrenot[biguherîne]

  1. Amed Tîgrîs
  2. Sevket Baysanoglu, Diyarbakir tarihi, cilt 1 sayfa 221
  3. http://www.diyarbekir.com
  4. http://sur.dicle.edu.tr/
  5. http://diyarbakir1.tripod.com