Dêra Mor Gewergîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dêra Mor Gevergîs an jî Mar Gevergîs dêreke nestûriyên Amedê ye.

Dema avakirina ev dêra nestûrî ya ku li ber kuçeya Kela Navîn hatiye lêkirin naye zanîn, lê tê zanîn ku mesîhiyên nestûrî wê ji sedsala 2'yan û pêde wek perestgeh bikartînin.

Herwiha, ev dêra ku ji kevirên bazalta reş (ku kevireke tarî yê volkanîk e) hatiye lêkirin, ji ber vê yekê wek 'Dêra Keşîşê Reş' jî tê nasîn. Di dema ertûqiyan de dêr wek hemam hatiye bikaranîn.

Dêr di sala 2005'an de ji aliyê Şaredariya Mezin ya Amedê hate restorekirin û îro ji bo pêşangehan tê bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]