Sûra Amedê


Sûra Amedê yan jî Keleha Amedê, qeleheke dîrokî ye ku di sala 297an a p.z. de li navçeya Sûr a Amedê ya îro ji aliyê romayiyan ve avabûna kelehê hatiye destpêkirin. Sûra Amedê bi dirêjahiya 5,5 kîlomêtreyê yek ji dîwarên herî kevnê cîhanê ya xweparastinê ye. Dîwarê Sura Amedê bi bilindahiya 10–12 mêtre bilind e û sturiya dîwarê jî 3–5 mêtre stûr e.[1] Sûra Amedê di roja îro de ji bo dîtinê li Amedê yek ji cihên herî sereke ye. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û awayên ku lu rûyê keviran hatin e niqartin re niha kîtbeyên 12e şaristaniyan têne xwendin.
Dîroka avakirin despêkê ya kelheyê nayê zanîn. Tê pêşbînîkirin ku di sala 349ê p.z. de ji aliyê împeratorê Romayî Konstantînê I ve yekemîn car hatiyê firehkirin û hinek deverên wî hatine nukirin. Çar deriyên sereke yên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hin deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û bi awayê masîmertalek de dor li bajarê kevin dipêçe. Bilindiya dîwarên kelehê 12e mêtre ye. Dîwarên Sûra Amedê ji 3 mêtreya heta 5 mêtre yê fireh dibe û 82 birc li Sûrê hatine avakirin.
Ji ber Erdhejê Pazarcixê ya sala 2023an bircên Sûra Amedê û hinek beşên dîwarên Sûra Amedê hilweşiyan. Hatiye ragihandin ev beşên ku hatine hilweşandin di asta restorekirinê de bûn û di rojê pêşerojê de dihatin restorekirin.[2] UNESCOyê di derbarê hilweşandina avaniyên dîrokî ku di zirarê dîtine da zanîn ku ewê envantera cihên dîrokî û çandî derxin û ji bo restorasyonên cihên dîrokî di demeke kurt de dest bi xebatan bikin.[3]
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sûr yan jî Kelhe ya Amedê di serdema Romayiyan de hatiye avakirin. Bikaranîn û ji nû ve avakirin, di nav wan de sûrên bajarê Amedê hene ku dirêjiya wan digihêje 53 mêtreyan.[4] Di dîwaran de bi qasî 63 nivîsên ji serdemên dîrokî yên cuda hene ku bermahiyên Hûrî, Med, Rûm, Sasanî, Bîzans, Merwanî û Eyûbî hene. Di 4ê tîrmeha sala 2015an de UNESCO'yê keleh û Baxçeyê Çandî ya Hevselê beşdarî Lîsteya Kelepora Cîhanê kir.[5]
Kela hundirîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîroka Kela Hundirîn a ku li aliyê bakurê rojhilan ê sûrên Amedê hatiye bicihkirin bi îhtimaleke mezin digihêje dema gelê Hûrî-Mîtanî (B.Z. 4-3 hezar) ku gelê pêşîn e ku li vê herêmê bi cih û war bûye. Kela Hundirîn piştî ku sûrên bajêr ji hêla Romayiyan ve hatin çêkirin, bû xwediyê cihekî taybet û her tim wekî navenda rêveberiyê hate bikaranîn. Sûrên pêşîn ên ku Kela Hundirîn dorpêç dikirin û di Kembera Artûqiyan a niha re derbas dibûn, paşê xera bûne.
Siltan Silêmanê Qanûnî 16 birc û du avahî lê zêde kirine û Ava Hamravat jî aniyê wir. Çar deriyên Kela Hundirîn ên bi navê Deriyê Serayê, Deriyê Kupelî, Deriyê Fetîh û Deriyê Orgûn hene. Di nav Kela Hundirîn de avahiyên giranbuha hene. Mizgefta Kelayê (Mizgefta Hz. Suleyman, Mizgefta Nasiriye), Kaniya Bişêr, Kembera Artûqiyan, Girê Wêran, Seraya Artûqiyan û Dêra Saint George çend heb van cihan in.
Bircên kelehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser sûran çargoşeyî, pirgoşeyî û bi şeklê gilover bi giştî 82 birc hene. Li aliyê ku li Geliyê Dîcleyê û Ben û Senê dinêre, ji ber ku parastina wê hêsantir e, birc kêm in û çargoşeyî ne. Li eniya Deriyê Çiyê û Deriyê Rihayê, ji ber ku ji êrîşên neyaran re vekirî ye, hejmara bircan zêdetir e û şeklê bircên li vê derê jî gilover e.
Bircên ku di dema Artûqiyan de hatine çêkirin bi mezinahî û nexşên li serê ji bircên din cudatir in. Birc bi giranî du tebeqeyî, hinek jî sê-çar tebeqeyî ne. Qatên jêrîn wekî depo û embar, tebeqeyên jorîn jî bi armancên leşkerî hatine bikaranîn.
Di nav van 82 bircan de ji ber mezinahî û nexşên xwe, bircên wekî Bedena Mezin (Ben û Sen), Birca Heft Birayan, Birca Bizinan, Nûr, Birca Findiqan, Merwanî, Qîza Qirêl û Dûpişk zêdetir tenê nasîn.
Birca Bedena Mezin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birca Bedena Mezin an jî Birca Ben û Sen (tr.:Ulu Beden an Evli Beden Burcu) li aliyê başûr ên sûran e. Birc di sala 1208'an de li ser navê hikûmdarê Artûqiyan Melîk Salih ji hêla Îbrahimê Kurê Mîmar Cafer hatiye çêkirin. Bircên Bedena Mezin û Heft Birayan (ku wekî bircekê têne hesibandin) bi avahîsaziya xwe ya sîlindiriîk, bi kitabeya ku wan dorpêç dike, bi nîgarên eyloyê duserî, şêrê bibask gelekî bi heybet, bi plansazî û xemlên xwe gelekî dişibin hev.
Li gorî efsaneyê: Hikûmdarê wê demê pêşbaziyekê li dar dixe. Fermanê dide ku li şûna van her du bircan, du bircên pir bilind û qewîn ên ku plana wan bi destên wî hatiye xêzkirin, bên avakirin. Li bajêr bi tenê du kes dikarin vî karî bikin. Yek ji wan hosta ye, yek jî qelfeyê wî ye. Xewn û daxwaza hosta ev e ku hostatiya xwe careke din nîşan bide, xewn û daxwaza qelfe jî ew e ku di hostatiyê ji hostayê xwe bibore. Hosta Birca Heft Birayan, qelfe jî Birca Bilind lêdike. Di encama kar de hikûmdar birca qelfe hîn zêde diecibîne. Hosta bi vê yekê gelekî bi ber xwe dikeve û ji ser bircê xwe davêje xwarê.
Birca Heft Birayan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî efsaneyekî din: Dijminan bajar dorpêç kiriye, piştî şerê ku bi rojan dewam kiriye, ji bilî birca ku heft birayan parastina wê dikir, bajar ketiye destê neyaran. Keyê neyaran ji bo lihevkirinê, qasidekî dişînin cem heft birayan. Heft bira ji qasid re mercên teslîmbûna xwe dibêjin. Li gorî van mercan di dema teslîmbûnê de dê key û fermandar werin, dema ku ew teslîm bûn dê wan efû bike. Qiran wan mercan dipejirîne û tevî fermandarên xwe diçe nav bircê. Çawa ku key û fermandar dikevin nav bircê, teqînek pêk tê. Ji ber ku heft birayan agir bi depoya barûdê daye, ew teqandiye. Bi teqînê re key, fermandarên wî û heft bira dimirin. Bajar rizgar dibe.
Birca Bizinan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Birca Bizinan li rojhilatê Deriyê Mêrdînê, li ser zinarekî tiraştî ye mezin hatiye bicihkirin. Birca herî kevn û herî mezin a li ser sûran e. Dîroka çêkirina wê bi awayekî teqeez nayê zanîn, lê belê li ser wê nivîseke ku dibêje, di sala 1223'yan ji hêla Merwaniyan ve hatiye tamîrkirin heye. Wisa tê bawerkirin ku ev birca 11 kemberî demekê wekî perestgeh jî hatiye bikaranîn.
Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "kulturportali.gov.tr/portal/diyarbakir-surlari".
- ↑ İHA. "Şiddetli iki deprem 5 bin yıllık Diyarbakır Surları'nı da vurdu". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja wergirtinê: 10 sibat 2023.
- ↑ "UNESCO depremde yıkılan tarihi eserler için seferber olacak". euronews (bi tirkî). 7 sibat 2023. Roja wergirtinê: 10 sibat 2023.
- ↑ ebrulitur, About The Author. "Diyarbakır Fortress and Hevsel Gardens Cultural Landscape (2015) | EBRULI TOURISM- IZMIR-TURKEY" (bi American English). Roja wergirtinê: 6 nîsan 2022.
{{cite web}}
:|first=
has generic name (alîkarî) - ↑ Centre, UNESCO World Heritage. "Sites in Denmark, France and Turkey inscribed on UNESCO's World Heritage List". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 6 nîsan 2022.