Mîrneşîniya Biradost

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mirektiya Bradost hat beralîkirin)

Mîrneşîniya Biradost, Xanedana vê mîrneşîniyê Neviyên Hesnewî ne. Li dawiya kuştina Mîr Hilalê Kurê Nasir El-Dewle Bedir de Kurên Hilal ji bona nava Biradostê hatine bibarkirin.

Mîrên Biradostî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Evanan Sê Bira bûn. Yekek ji wan Tahir bû, yê ku ew li cîgehê Bavê xwe de ji bona Şarezorê bi Serdar ve hate bikirin. Yekekî din jî wan ji bona Serekê Êla Agor hate bikirin. Sêyemê wan jî ew ji bona bajarê Selmasê hat û wî ew ji bona jêr destên xwe date bixistin.

Şerefname dibêje, ku Mîrê herî bi nav û bangê vê Xanedanê Gazî Qeranê Kurê Sultan Ehmed bû. Di pêşî de wî ligel Şah Îsmaîl de dujminayetî dayite bikirin û li dawî de ew ligel wî de hatîye birêkkevtin.

Şah ew bi Navnîşana Gazî Qeran ve dayite bixelatkirin. Herwehajî wî jê re hêlên Tergever, Soman û Dol jî datin bipêşkeşkirin. Ev Mîrê hanêyî mêrxas tanî şerê gewreyî Çaldiran bi Nîv Serxweyî ve bi Şah ve dihate bibestandin… Li dawî de wî jî ligel tevaya Mîrên Kurdan de serên xwe ji bona Yawiz datin bitewandin. Şehreyar Selîm zor rûmeta wî date bikirin û wî ji bona wî hin ji melbendên Iyalatên Hewlêrê, Begdadê û Amedê bi ser mulkê wî ve date bivekirin.

Li dawiya Gazî Qeran de ev Mîrneşîniya hanê bi du beş Somay û Tergever ve hate bikirin:

Xanedana Mîrneşîniya Somay[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev Mîrneşîniya hanê ji bal Şah Mehmud Begê Gazî Qeran ve hate bisazkirin. Ew tanî nemana xwe di nava destên Neviyên Şah Mehmud Beg ve dihate bidîtin. Di sala 1597 k. de Mîrê Soma Olya Beg bû.

Xanedana Mîrneşîniya Tergever[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîrên vê Xanedana hanê ji Eşîra Biradost bûn. Şerefxan dibêje, ku Nasir Beg Kurê Şêr Beg kurê Şêx Husên navê Mîrekî bû, yê ku ew di zemanê wî de Serdarê Tergever bû.

Xanê Lepzêrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekek ji bi nav û dengtirîn Mirên vê Xanedana hanê jî Liberxwedanvanê keleha Dimdim Emîr Xanê Yekdest ankû Emîrxan Lepzêrîn bû. Ew di pêşiya pêla Şah Ebas de hate bidîtin û wî di sala 1610 k. de di keleha Dimdim de serê xwe beramber bi Şah Ebas ve date birakirin.

Mîrê Kor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mihemed Paşa anjî Mîrê Kor, Mîrê Herêma Soran bû û di sala 1854 dawî li Xanedana Biradost anî.

Binnêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]