Mitirb
Mitirb, ji van kesên re tê gotin ku amûrên muzîkê lê didin bi giştî yên ku ribab (kemançe) lê dixin. Gotin ji zimanê erebî derbasî kurdî bûye. Berî îro li cem kurdan kesên karê muzîke dikirin biçûk û kêm dihatin dîtin.[çavkanî hewce ye] Di heman demê de sazbend, daholvan, dervêş (li herêma torê kesê li def û erbanê dixê), kemançe û ribabsaz ev kêmayî vekî zirhekî girtine laşê xwe û bûne dijberê herî tûj ê sîstema feodal. Ji ber gotinên wan kes nediêşandin li odê axa dijûn û sixêfên herî giran, zimandirêjî, devavêtin tenê heqê wan bû.
Li herêma Torê mitirb ango muzîkvanên profesyonel an jî nîv profesyonel, di avakirin û belavkirina berhemên wêjeya devkî de rolê sereke dilîzin.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotina mitirb ji koka erebî ya gotina طرب (T.R.B) tê û wateya wê jî "bi liv û tevgerbûn" an jî "şabûn". Duyem û çarem formên koka طرب (T.R.B) tê wateya "çalakiya şakirinê", bi taybetî bi riya stranan. Bêjeya مطرب (MUTRIB) di wateya "muzîkvan" de tê bikaranîn û mebesta gotinê ew kes in ku li amûreke muzîkê dixin an jî muzîkê dijenin.[1]
Mitirbî di kultura kurdî de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pisporê folklora Kurdî Celîlê Celîl di 1982an de berê xwe dabû başûr rojavayê Kurdistanê û li nav kurdên Sûrî berhemên wêjeya devkî kom kiribûn. Celîlê Celîl behsa saziya "Odeyê" û muzîkvanên profesyonel "mitirban" dike.[2] Li gor Celîl li odeyan kevneşopiya levanînê û nihurandinê hebû. Bêyî odeyan afirandina berhemên wêjeya devkî ne mumkin e û ev berhem herwiha wê nikaribin ji nifşekî derbasî nifşê din bibin. Dîsa Celîl destnîşan dike ku ode cihê afirandin û guherandina van berheman e û ode yek ji şertên afirandin û vejandina berhemên wêjeya devkî ne. Celîl balê dikşîne ser têkiliya di navbera dengbêj û guhdaran. Xuya ye dema ku Celîl çûye herêmê ku mirov dikare çanda wê û ya herêma Torê nêzî hev dikare bi nav bike, êdî kevneşopiya odeyê hêdî hêdî wenda dibe. Ji ber vê yekê Celîlê Celîl gazinan dike û dibeje wendabûna odeyan ji bo çanda neteweyî ya kurdan wendayiyeke mezin e.[3]
Ode weke saziyeke perwerdeyê ji bo mitirb, dengbêj û hwd. dibistanek bû. Bi sedan salan her wiha li odeyan gundî, eşîr û êl rûdiniştin, ji hevûdin re serpêhatî, stran, çîrok û şîret digotin. Li van odeyan herwiha mitirb jî rûdiniştin. Bi awayekî giştî ode saziyeke civakî bû ji bo kombûn û şêwrdanîna civakê.
Mirtibên ku Celîlê Celîl behsa wan kir û mitirbên Torê wisa xuya ye heman kevneşopî ne û ew bixwe jî carina mirtib û carinan mitirb dinivîse. Celîl pêşî rave dike ku herêma kurd li bakur rojhilatê Sûrî beşek ji herêma Kurdistanê ye ku ew weke Mêrdîn – Cizîra Botan bi nav dike. Ev herêma ku herwiha li başûr rojhilatê Tirkiyê ye Torê jî digre nav xwe. Celîl mitirban weke muzîkvanên ku di dawetan de û di şahiyên din yên civakî de di nav de kemaçe, def, tembûr, zirne li curbicur amûrên muzîkê dixin û stranan dibêjin, dide nasîn. Dema ku Celîl çûbû herêmê ev kevneşopî hîn hebû.
Xuya ye ev kevneşopî mamosteyê ku mitirb fêrî gotin û pêşkêşkirina şer, dîlok û stranan kiriye. Bi xêra vê perwerdeyê mitirban dikarî û hîn jî dikarin debara xwe û malbatên xwe bikin. Celîlê Celîl herçend gotibe ku ew ji gelek malbatên curbicur tên jî wî behsa van malbatan û cihê wan di civakê de nake. Celîl dibêje ku mitirb salê çend hefteyan gund bi gund digerin û di berdêla pereyan an jî dexl de li amûrên xwe dixin û stranan dibêjin.
Celîl gelekî di bin bandora hunerê mitirban de maye û pesnê hunerê wan bi awayên cihê dide. Ew dibêje mitirb hostayên levanîn û nuhurandinê ne, ew herwiha hostayên komkirina bûyerên giring yên gundan in jî. Ev jî dihêle em mafdar bighêjin vê encamê ku mitirb ne tenê hunerê heyî yên çand û kevneşopiyê fêr dibin û pêşkêş dikin, lê ew her wiha bi xwe jî bûyeran kom dikin, dinuhurînin û berhemên nû diafirînin. Mirov dikare bi hêsanî îddîa bike ku mitirbên jêhatî helbestvanên civakê bûn û ger kevneşopi bidome ew dê her helbestvanên civakê bimînin.
Nivîskarê Kurd Kendal Nezan jî gotina mitirb bi kar tîne. Nezan dengbêj û mitirban ji hev cihê dike. Li gor Nezan dengbêj keseki xwedî hiş û bîreke gelekî dewlemend e û hin ji wan jî li amûrine muzîkê dixin. Dengbêj hem helbestvan e û hem jî derhêner e. Ew ji dehma ve berhemên wêjeya devkî diafirîne. Nezan her wiha behsa mitirban dike û dibêje ew Bohemî ne û bi binyada xwe qereçî ne. Nezan wisa dewam dike û dibêje mitirb muzîkvanên nîv profesyonel in û di dawet û şahiyan de amûrên mîna def û zirnê lê dixin. Mixabin Nezan jî behsa cihê wan di civakê de û di wêjeya devkî de nake; û ev cihê gazinan ji nivîskarê vê goterê re dihêle ji ber ku behsa çavkaniyên nivîsa xwe nake(Nezan 1996 : 11 – 20). Her wiha em nizanin Nezan çawa gihiştiye wê encamê ku mitirb bi binyada xwe qereçî ne, ew tenê agahdariyên xwe li pey hev rêz dike.
Kurdolog Mehrdad R. Izady jî behsa hin muzîkvanên gerhok dike. Agahdariyên Izady balkêş in ji ber ku ev muzîkvan tenê li tembûr û kemaçê dixin. Lê navê van muzîkvanan mitirb nîne, navê wan şargar e. Ev yek dihêle ku em bifikirin ku kevneşopiya mitirban bi şêwazên cihê li seranserê Kurdistanê belav e. Izady wisa dinivîse :
« Muzîkvanên gerhok yên Kurd ango şargar destanan distrin ku di şeran de an jî di serhatiyên evîniyê de behsa qehremaniyan dikin. »
Izady dinivîse ku navê van destanan şarîga ne û mirov wan li tembûr an jî kemaçê dibêje. Izady îddîa dike ku şargarek gelek varyantên şarigayekê (yên mîna Memê Alan, Kela Dimdim) dizane. Li gor Izady rûmeta şargarekî girêdayî ferehbûna repertuwara wî ye. Berhemên şargaran her wiha gelekî balkêş in, ew destanên ku beşbeş li ber amûrêkî muzîkê û beş beş bêyî amûreke muzîkê tên strandin diafirînin û ev destan nîv helbestî ne û nîv pexşanî ne (Izady 1996 : 21 – 28).
Civaknas Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe ya bi navê Kultur û Edebiyata Devkî de behsa mitirban dike. Cizîrî navê hunermend li mitirban dike. Ew îdda dike ku berê hemû mîrîtiyên Kurdan û Axayên wan di dîrokê de xwedî mitirb bûn. Cizîrî dibêje mitirb bîra bûyer û qewmînên civakî – aborî û her wiha ên siyasî yên eşîrên xwe û yên eşîrên cîran tomar dikin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]http://www.iranistik.uni-goettingen.de/Cembeli%20Buch.htm Girêdana arşîvê 2006-04-12 li ser Wayback Machine