Murat Batgi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Murat Batgi, yan jî Murad Batgî di sala 1971'ê de li Amedê ji dayika xwe bûye. Dibistanên sereta, navîn û lîseyê li Amedê qedandiye.

Di sala 1990'î de jî beşa Iktisatê ya zanîngeha Marmarayê de dest bi xwendinê kiriye.

Destpêka wî ya di şanogeriyê de[biguherîne]

Di heman salê de dest bi xebatên şanoyê dike. 16 salan jî li Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe yên şanoyê didomîne.

Ji sala 2002'an û vir ve jî bi şêweya stand-up'ê xebatên şanoyê didomîne.

Lîstika xwe ya bi navê Zimandirêj (lîstik) cara yekem di 29'ê gulana 2003'an de li Amedê pêşkêş kiriye û heta niha 160 car vê lîstikê lîstîye. Di 14'ê avrêla 2006'an de li bajarê Stockholmê dest bi lîstika xwe ya bi navê Guhartim kiriye.

Nivîskarê Murad Batgî[biguherîne]

Pirtûkeke wî ya bi navê Şûjin (pirtûk) heye.

Murad Batgî û TRT 6'ê[biguherîne]

Li demên dawî de bo çekirina bernameyan derbasê TRT 6'ê bûye. Li wir di rêzefîlmek bi navê Cîran Cîran (rêzefîlm) de aktoriyê dike.

Çavkanî[biguherîne]