TRT 6

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
TRT 6
Navê tam TRT Şeş
Destpêk 1'ê rêbendanê 2009
Welat Tirkiye (Amed) Flag of Turkey.svg
Ziman kurdî (kurmancî, soranî), zazakî
Malper TRT 6
Frekans
Satelayt/Peyik
Türksat 12685 H, SR 30000, FEC 5/6
Eutelsat W3A Digiturk channel 58 (11492 V, SR 30000, FEC 3/4)

TRT 6 ango TRT Şeş (bixwîne Terete Şeş) kanaleka televizyonê bi kurdî ye ku wekî yekemîn kanala fermî ya komara Tirkiyeyê li roja 25'ê berfanbara 2008'an dest bi weşana xwe ya ezmûnî ango testê kir. Di 1'ê rêbendana 2009'an de saet 19:00'ê li gorî saeta herêmî dest bi weşana xwe ya asayî kir. Ev kanal yek ji kanalên fermî yên ser bi Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê ango TRT'ê (bi tirkîTürkiye Radyo Televizyon Kurumu) ye. TRT 6 rojê 24 demjimêran bernameyan bi zimanê kurdî, anjî bi jêrnivîsa kurdî pêşkêş bike.

Karvedan ango reaksyonên kurdan li beranberî vê kanala nûhatî corbicor in. PKK û alîgirên wê bi eşkerayî dijberî wê ne. Lê gelek kurd bi nihêrîneka pozîtîv lê temaşe dikin û hinan jî soza alîkariya wê daye. Hinek kesên naskirî ku bernameyan pêşkêş dikin Rojîn û Nilufer Akbal bûn. Lê herduyan piştî demekê ji ber zext û sansurên RTUK'ê dev ji TRT 6'ê berdan.

Binêre[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]