Nîvkada parzemînî

Nîvkada parzemînî an jî Nîvkada Erdîn nîvkada Dinyayê ye ku beşên bejahî û avê ya Dinyayê ye ku bi rêzê ve mezintirîn rûberên gengaz ên bejahî û okyanûsê ne, vedigire nav xwe. Li gorî pênaseyê (bi texmîna ku tevahiya rûber dikare wekî "bejahî" an "okyanûs" were dabeş kirin), her du nîvkad, nikarin bibin wek nîvkadek.
Diyar kirina nîvkada erdê hinekî diguhere. Yek ji wan diyar dike ku navenda nîvkada erdê li 47°13′N 1°32′W (li bajarê Nantes a Fransayê) ye. Navenda nîvkada avê antîpoda navenda nîvkada bejahî ye ku ji ber vê yekê li 47°13′S 178°28′E (nêzîkî Giravên Bounty yên Zelandaya Nû ya li Okyanûsa Pasîfîk) ye.
Pênaseyek alternatîv ê navenda nîvkada bejahî wekê 47°24′42″N 2°37′15″W (li Île Dumet (bi fransî) nêzîkî Piriac-sur-Mer, Fransa) destnîşan dike.[1][2]
Ew nîvkada bi temamî Ewropa, Afrîka, Amerîkaya Başûr û Grînlenda, nêzîkê ji %95ên Asya û ji sêyî didû yên Amerîkaya Başûr vedihewîne.
Nîvkada parzemîni ji sedî pêncî sêyên xwe (53 %) Av û ji sedî çel û heftên xwe (47 %) erd e. Ew rêjeya li dinê globalî %29ên xwe erd û %71ên xwe av e.
Navenda Nîvkada deryayî li Okyanûsa pasîfîk dikeve.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Institut océanographique (1909). Annales de l'Institut océanographique. Robarts - University of Toronto. Monaco : Impr. de Monaco.
- ^ "l'île Dumet". www.france-secret.com. Ji orîjînalê di 10 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2026.
| Ev gotara li ser cihekî erdnîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |