Nûbihara biçûkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nûbihara biçûkan, pirtûkeke kurmancî ye ku ji bo zarokên kurmancan di derdorê sala 1683an de ji aliye Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin.[1]

Rûpelên yekem ên destnivîsek Nûbihara Biçûkan li British Library, Or. 5932, folio 9 recto.

Ehmedê Xanî vê pirtûkê bi taybetî ji bo zarokên kurmancan nivîsandiye, Xanî nîvê pirtûkê jî kiriye ferhenga kurdî-erebî. Ev pirtûk di dîroka kurdan de ferhenga herî pêşîn e.[2]

Xanî Nûbihara Biçûkan ji bo Biçûkêt Kurmancan bi şiklê mesnewiyê nivîsiye. Ew berhem ferhengek menzûm e û Ehmedê Xanî ji bo ku xwendekar û feqiyên li medresê Quranê xilas dikin xwe li Erebiyê aşîna bikin, ev ferheng nivîsiye.

Dêstpêka Nûbihara biçûkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk serî de weha dest pêdike:

Bismillahirrahmanirrehîm
Mebdeê her ‘ilmekî navê ‘Elîm

Hemd û sena û şukranî
Ji bo wî Xaliqê Rehmanî

Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî

Hindî selewatan hemî
Li resûlê me yê ummî

Ku bûne peyrewê di wî
‘Ereb û ‘Ecem û Kurmanc û Rûmî

Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîmene ji luxatan

Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê <Nûbehara Biçûkan> lê danî

Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan

Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li siwadê çav nas bin

Da bi van çend reş belekan
Li wan tebî’et melekan

Derê zihnê vebîtin
Her çî bixwînin zehmet nebînin

Ûmîda me ji tifalan
Ku me ‘emel betalan

Di weqtê dewr û dersan
Bikin in’am û ihsan

Bi du’an me bîr bînin
Fatîha ji mera bixwînin

(1)
Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf
Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me’rûf

(2)
Perde ku rabitin ji ber ‘aridî dilistan e xweş
Dil ji xeman ku bête der bulbulê gulistan e xweş

(3)
‘Arifê ku b’qenciyê me’rûfî bit
Dê helîm û sabir û mewqûfê bit

(4)
Ger di te meqsûdek hebî, lazim divê li pê bilez
Xesmate me’bûdek hebî daim di emrê wî bibez

(5)
Her çi bi ‘ilmê cehl kir mubeddel
Sifrê xwe wî kir bi zêr mukellel

(6)
Ey ku te kibir daim kirye ji bo xwe merkeb
Ewwel tobê bike yî paşî bigêre merkeb

(7)
Şêx û sofîtî keramet ‘ilmî xwendin hem ‘emel
Xilwet e hucre terîqa te şerî’et bê xelel

(8)
Ger te divêtin bibê mîr û ser û mu’teber
Kizb û xilafê mebêj ger te bikin ker bi ker

(9)
Her çî ku ji dunyayê berdaşte damen bû
Bê şubhe di nêv ‘amê evraşte gerden bû

(10)
Ger divêtin ku beraber nebîtin kes bi te ra
‘Ilm bixwîn hem ‘emelê tu bike sin’et ji xwe ra

(11)
Her çi kesê ‘ilmekî qenc xwendiye
Dewlet e ger wî bi esil zanîye

(12)

Di fesla nûbeharê da di gel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umir nabit li min ewhal qewî xweştê

(13)

Mu’ellim bila dil wekî ber bitin
Divêtin ku şakir di dîlber bitin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Ehmede Xani (Ahmed-i Hani) Eserleri | idefix". www.idefix.com. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 gulan 2021.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 16 îlon 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)