Here naverokê

Narinc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Greyfûrt
Pirteqal
Çandinî li Brezîlê
Nû hatine berhevkirin
Çandiniya narincê li seranser erdxanê

Narinc, nîmo (latînî: Citrus) çînek ji famîleya sipindan (Rutaceae) e. Li cihên tropîk û subtropîk diçên. Fêkiyên wan tên xwarin. Riwekên dar û devî ne. 5 heya 25 m bilind dibin.

Vîtamînên C, P, B, karotîn, şekir dihewînin. 3 % jî rûn. Welatê wê Çîn û Hindistan e. Li Kurdistanê, li cihên germ dikarin biçên, lê çandinî tenê li Erzîn, Îskenderûn, hin deverên Gurgumê tê kirin. Di parfûmerîyê de herwiha tên bikaranîn.[çavkanî hewce ye]

Rûber û mêjer
WelatRûber (ha)Mêjera çandinê (t)
Brezîl915.05620.682.309
Çîn2.008.70019.617.100
Hindistan690.1006.286.000
Îran243.5003.739.000
Îtalya173.0093.579.782
Meksîk524.0006.851.000
Nîjerya732.0003.325.000
Spanya313.8505.703.600
Tirkiye94.6003.102.414
DYA376.05010.017.000

Hin cureyên narincê yan narincên navdar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahiya wan riwekên ji cinsê Citrus (C.) ne:

▪ Turunc, tirinc(Citrus aurantium amara)
▪ Bergamote(C. aurantium var. bergamia)
▪ Lîmon(C. x limon)
▪ Sindî, greyfurt(C. x paradisi)
▪ Mendelî(C. reticulata)
▪ Pirteqal(C. x sinensis)
▪ Leymûn(Citrus aurantifolia)
▪ Greyfurt(Citrus paradisi)
▪ Şadok (Pomelo)(Citrus maxima)
▪ Sêva cihûyan, sedrat(Citrus medica)
▪ Pirteqala hûrik, kamkat]](Citrus fortunella)

Ev jî tê gotûbejkirin. Hin riweknas li ser narincan dijmêrin, hin jî wekî cinsekî Poncirusê.

▪Pirteqala sêpel(Poncirus trifoliata)