Navpençik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navpençik an jî navbirr (bi îngilîzî: diaphragm), li gel masûlkeyên parsû, masûlkeyî bingehîn e ji boy koendama henaseyê.

Navpençik di navbera sîngekelên û zikekelênê de ye.
Navpençik jêyek navendî li xwe digire.

Pêkhate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navpençik pêkhateyek masûlkî yê bi şeweya qubbe ye. Navpençik di nav sîngekelên û zikekelênê de cih digire[1]. Rûyê qoqiz li aliyê sîngekelênêde, rûyê çal jî li aliyê zikekelênê de dimîne. Navpençik ji masûlkeyên peykerê (peykeremasûlkê) pêk tê[2]. Girjbûn û xavbûna navpençikê xwenewîst e. Ango çalakiya masûlkeyan di bin kontrola koendama demar a xweser de ye. Li gel peykeremasûlkeyan, navpençik jêyek navendî li xwe digire[1]. Masûlkeyên navpençikê ji jêyê navendî ber bi parsû û birrbirreyê dirêj dibin. Ango seriyekî rîşalên masûlkeyan bi jêyê ve girêdayî ye, seriyê din ê masûlkeyan jî bi parsûyên jêr, hestiyê sîngê û hestiyên birrbirreyê ve girêdayî ye[3]. Li ser navpençikê hin kortal hene, soriçik, xwînhênera sereke ya jêrîn, xwînbera sereka ya jêrîn di nav van kortalan de ji sîngekelênê dirêj dibin ber bi zikekelênê.

Çalakiya navpençikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema masûlkeyên navpençikê xav in, jêyê navendî ber bi jor ve qoqiz (bi îngilîzî: convex) e, û di asta birrbireyê piştê yê 8emîn e[4]. Gava masûlkeyên navpençikê girj dibin, îcar navpençik ber bi jêr ve dilive, masûlkeyên navpençikê jêyê navendiyê heta asta birrbirreyê piştê yê 9em dikişîne, bi vî awayê navpençik piçek pahn dibe û qoqiziya wê kêm dibe[4]. Ji ber ko masûlkeyên girjbûyî, navpençikê ber bi jêr ve dikişînin, dirêjiya sîngekelenê zêde dibe, loma qebareya sîngekelênê jî zêde dibe. Zedebûna qebareya sîngekelênê dibe sedema kêmbûna pestoya hewayê nav pişikan[5]. Asta pestoya hewayê pişikan ji pestoya hewayê derve nizimtir dibe, loma hewa ji derve ber bi pişikan ve diherike[6]. Ango henasegirtin rû dide. Ber bi jêr ve kişandina navpençikê, sîngekelênê fireh dike, lê zikekelênê teng dike. Tengbûna zikekelênê pestoya nav zikekelênê zêde dike. Bi xavbûna masûlkeyên navpençikê, jêyê navîn ê navpençikê ber bi jor ve hildikişe, Ji ber rûyê qoqiz a navpençikê, qebareya sîngekelenê kêm dibe, pestoya nav pişikan zêde dibe. Bi vî awayê hewa ji pişikan ber bi derve diherike, ango henasedayîn rû dide. Li gel navpençikê masûlkeyên parsû (masûlkeyên navbera parsû) jî şirîkê henasegirtin û henasedayînê dibin[4][1]. Li gel erka heneseyê, navpençik alîkarî dike ji boy kûxikê, bêhnijînê, qêrrînê, verişînê, paldana pîsayi ya nav tortorikê û dema zayinê, paldana korpeleyê ji malzarokê[1][3] .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. ^ Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  3. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, diaphragm [2]
  4. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. ^ OpenStax Biology. 2013. [3]
  6. ^ Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.